'Civaka li Rojava li dora felsefeya Ocalan bûye yek'

Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Enternasyonalîst Consûela Nûnez serdana Rojava kir û got, "Min dît bê civaka li vê derê bi çi rengî li dora felsefeya Ocalan bûye yek."

Heyetek ji 7 endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Enternasyonalîst serdana Rojava kir. Yek ji endamên heyetê, Berdevka Femînîst a Spanya Madrîdê Consûelo Nûnez e. Nûnez ji ANF'ê re qala çavdêriyên xwe kir. Consûela Nûnez di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ku dewleta Tirk bi serkêşiya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan dike û qala zor û zehmetiyên gel ên piştî dagirkirina Efrînê kir.

Nûnez diyar kir ku dewleta Tirk êşkence û zilmeke giran li gelê li Efrînê dike û got, "Divê em ji hêviya vegerê ya gelê Efrînê re bibin bersiv. Malbat ji hev hatine dûrxistin. Dayik, bav, zarok ji hev hatine qutkirin. Nikarin xwe lê ragirin ku malbat bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê divê em bibin bersiv ji bangên dayikên Efrînî re."

'BERXWEDANA AZADIYÊ YA JINÊ BI BANDOR E'

Consûela Nûnez ji bo tiştên ku di dema serdana Rojava de herî zêde bandor lê kirin got, "Dema ku me Şoreşa Rojava bihîst, gelekî bala me kişandibû. Min hin nivîs bi Spanî wergerand û belgesel amade kir. Bi taybetî di pêvajoya Efrînê de em bi rengekî aktîf li ser piyan bûn. Mijara ku herî zêde bandor li min kir; berxwedana azadiya jinê bû.

Di serdana vir de min dît bê civak bi çi rengî li dora felsefeya Rêber Apo li hev civiya ye û çawa yekîtiya xwe ava kiriye. Min fêhm kir bê li Ewropayê civak çawa parçe bûye û nêzîkatiyên takekesî li pêşiya civakîbûn û hevgirtinê çiqasî asteng e."

'EZ BI KEÇA XWE YA KU TEVLÎ ŞOREŞÊ BÛYE RE SERBILIND IM'

Consûela Nûnez di dema serdana xwe de jin û malbatên Efrînî jî dît û got, "Gel bi zorê ji cih û warê xwe hatiye derxistin. Erdogan jî bi bahaneya penaberan pereyan ji dewletên derve distîne. Dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Lê belê mafên mirovan timî binpê dike."

Consûela Nûnez da xuyakirin ku keça wê weke kedkareke çapemeniyê dema ku bûyerên li Bakurê Kurdistanê dişopand, berxwedana gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya jinê nas kir û tevlî nava Berxwedana Rojava bû. Nûnez got, "Keça min piştî ku berxwedana Kurdan û têkoşîna azadiyê ya jinan nas kir, jê hez kir. Dema ku got ku dixwaze bê Rojava, weke dayikekê tirs ketibû dilê min bê wê çawa di nava şer de karibe bimîne. Lê belê piştre ez hatim û min dît ku gelekî kêfxweş e û wateya jiyana xwe dîtiye. Ez bi vê yekê serbilind im. Û min jî biryar da ku bidim ser şopa keça xwe."