Li bajarokê Sûsê şer giran e

Di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ’ê de ku di çarçoveya qonaxa dawî ya Bagera Cizîrê de pêşve diçin li bajarokê Sûsê şer dijwar e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di nava kolanên bajarokê Sûsê de şer di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de giran e.

QSD’ê destnîşan kir ku ji ber ba û bagera li herêmê mesafeya dîtinê pir kêm e, çeteyên DAÎŞ’ê ji vê rewşa hewayê hewl didin sûdê bigirin û êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê bikin.

QSD’ê ragihand li ser bersivdayîna şervanan çete neçar man ku birevin.

Bajarokê ku şervanên QSD’ê 10’ê Cotmehê ketînê, şer dewam dike.