Li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker di çalakiyên şervanên wan a 11-12’ê Cotmehê de hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî çalakiyên şervanên wan ên li Efrînê daxuyaniyek nivîskî da. YPG’ê ragihand ku di çalakiyên 11-12’ê Cotmehê yên li gundê Xezawiyê û navçeya Şera a Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê didomînin. Di dîroka 11 û 12’ê Cotmehê de yekîneyên me li gundê Xezawiyê û herêma keleha Nebî Hûrî du çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di derbarê çalakiyên hatin lidarxistin de;

 11’ê Cotmehê  yekîneyek me li gundê Xezawiyê yê girêdayî Efrînê çalakiyeke sekvaniyê li dijî berpirsyarê bendê kontrolê û endamê koma çete ya bi navê Feyleq el Şam li dar xist. Di encamê de çeteyê bi navê Mahir Ibrahîm ku ji xelkê Idlibê ye hate kuştin.

12’ê Cotmehê jî yekîneyek me li herêma keleha Nebî Hûrî ya girêdayî navçeya Şera kemînek ji çeteyên Firqet el Hemze li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û nasnameya wan bi vî rengî ye; Mihemed Elêwî ji herêma Humsê ye, Ebid Ehmed ji herêma Idlibê ye.”