YPG’ê nasnameya şervanê enternasyonal ê Fransî eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê enternasyonalîst ê bi navê Şahîn Qereçox (Farid Medjahed) ku eslê xwe Fransî ku 6’ê Cotmehê di Pêngava Bagera Cizîrê ya Dêra Zorê de şehîd bûye eşekere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê enternasoyanlîst Şahîn Qereçox (Farid Medjahed) ê 6’ê Cotmehê di Pêngava Berxwedana Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya Dêra Zorê de cih girtibû û di şerê li gundekî girêdayî bajarokê Hecînê de şehîd bûye eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî par ve kir: “Di 6’ê Cotmehê li gundên girêdayî bajaroka Hecînê di navbera hêzên me û çeteyên DAÎŞ’ê de şerê dijwar qewimî bû. Di dema şer de şervanek me yê enternasyonalîst yê bi navê Şahîn Qereçox (Ferîd Medjahed) ku eslê xwe Fransîye bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye.”

Di dewama daxuyaniyê de YPG’ê têkildarî Şehîd Şahîn Qereçox ev tişt anî ziman:

“Şoreşa me ya Rojava ku li hemberî DAÎŞ’ê pêş ket, vegeriya qadekî azadiyê ya şoreşa hemû gelên ku xwedî lê derketin. Îro bi sedan rêhevalên me yên enternasyonalîst ku ji her netewê bi berpirsyariyek mezin hatine tevlî şerê me yê berxwedanê bûne, hene. Rêhevalê me yê enternasyonalîst Şahîn Qereçox (Farîd Medjahed) ku xwest bibe parçeyek vê berxwedana dîrokî bi berpirsyariyek mezin bi awayek çalak tevlîbûna xwe çêkiriye. Rêhevalê me yê şehîd di demekî kurt de ku di Şoreşa Rojava de maye, di yekbûyîna gel û têkoşîna vegera cewhera xwe ya nirxên mezin a mirovahiyê de wate daye û xwedî lê derketiye. Di demekî kurt de bi tecrûbeyên ku girtiye, ji bo her erkekî bi awayek serkeftî pêk bîne xwe feda kiriye. Rêheval Şahîn heta kêliyên ku şehîdbûnê jî erkên ku girtiye li ser milê xwe bê kêmanî bicih aniye, bi sekna xwe û meşa xwe ve ji rêhevalên xwe yên enternasyonal re bûye mînaka têkoşer.

Em wekî hêzên YPG û YPJ hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Di serî de ji malbatê rêhevalê me şehîd Şahîn Qereçox û hemû gelê xwe re em sersaxî dixwazin. Em soza meşandina şerê berxwedanê ya li hember terorîzmê û yên ku ji terorîzmê re xizmet dikin dubare dikin.”

Nasnameya şervanê erneternasyonalîst ê şehî dbûye wiha ye:

Nasnav: Şahîn Qereçox

Nav û Paşnav: Farid Medjahed

Navê Dayikê: Laurette

Navê Bav: Salem

Cihê Jidayikbûnê: Fransa / Marsîlya

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêre Zor / 6’ê Cotmeha 2018