Li Dêra Zorê cenazeyê du şehîdan hate veşartin

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Eqdîf Bîlal û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan Taha El-Mehel bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Bi sedan welatiyên gundewarên Dêra Zorê cenazeyê ervanê QSD‘ê Eqdîf Bîlal El-Zahir (Ehmed) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan Taha El-Mehel ku di Pêngava Bagera Cizîbi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre şervanan merasîmeke leşkerî lidarxist. Piştre li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokrtîk Sîmen Xelo axivî û got: "Şehîd meşaleya azadiyê ye, ku ji bo ronîkirina heqîqetê canê xwe feda dikin. Em  li hemberî qehremantiya wan bejna xwe ditewînin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin."

Ji fermandarên QSD‘ê Hesen Feyad jî soza şopandina rêya şehîdan dûbare kir û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.