Komploya 9’ê Cotmehê li Şehbayê hate protestokirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her deverên Kurdistanê tê protestokirin. Kongreya Star li Şehbayê bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir.

Kongreya Star li navçeya Fafîn a Şehbayê ji bo salvegera Komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da çapemeniyê. Kongreya Star komplo û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya parka gundê Ehdas ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Roşîn Şêxo ve hate xwendin û wiha tê gotin;

“Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve gelê Kurd xeta sêyemîn ku ji projeya rêber Apo ye, avakirina kesayeteke azad li Rojava û avakirina saziyên sivîl û leşkerî ku sîstema neteweya demokratîk û azadiya jinan li rûyê erdê pêk were, hilbijart.

Vê yekê hişt ku Rojava ji aliyê dewletên kapîtalîst û herêmî ve bikeve ber xetereyê û dest bi êrîşan li ser herêmên rizgarkirî kirin. Ji wê dixwestin êrîşî ramanên Ocalan bikin û herî dawî dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî kantona Efrînê kirin û demografyaya herêmê didin guhartin û berdewamkirina tecrîda li ser rêberê mirovatiyê rêber Ocalan di Îmraliyê de domandin û nehiştin rêxistin û hiqûqnas serdana wî bikin.

Em wek Kongreya Star Komploya Navneteweyî ya der heqê rêber Ocalan de şermezar dikin, gelek dewletên kapîtalîst îtifaq kirin û Ocalan girtin. Em wek jin heta azadiya Rêber Apo û rizgarkirina Efrînê em ê li dijî dagirkeriya Tirk têbikoşin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.