Di 24 saetên dawî de 105 çete hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di operasyona Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyê DAÎŞ’ê li rojhilatê Çemê Firatê didomînin de nava 24 saetên dawî 105 çete hatine kuştin, 5 nûqteyên nû yên leşkerî çêkirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê, bîlançoya 24 saetên dawî ya operasyona ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li Rojhilatê Çemê Firatê dabûn destpêkirin eşkere kir.

DI NAVA 3 ROJAN DE 177 ÇETE HATINE KUŞTIN

Li gorî bîlançoya îro hatî parvekirin, di nava 24 saetên dawî de bi kêmanî 105 çete hatine kuştin. Bi vî awayî di nava 3 rojên dawî de di çarçoveya pêngavê de 177 çete hatine kuştin.

Encamên operasyonên di nava 24 saetên dawî yên li eniya Boxaz, Hecîn û Beharayê bi rê ve diçin de wiha ne:

“Eniya Baxoz: Rêxistina terorîst ji toz û bahozê sûd girt û êrîşî nûqteyên şervanên me kirin, şervanên me bersiva hemû êrîşên terorîstan dan, di encam de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Terorîstan bi doçka û motorseklêtan careke din êrîş kirin, şervanên me bersiva êrîşên wan da û bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin û hejmareke din jî reviyan.

Her wiha hêzên Koalîsyona Navdewletî bargehên rêxistina terorîst kirin hedef.

Eniya Hecîn: Terorîstên DAÎŞ‘ê êrîşî nûqteyên hêzên me kirin, şervanên me jî bersiva êrîşên wan da û şer deret. Di şerê li vê eniyê de hejmareke çete hatin kuştin û birîndarkirin. Di heman demê de balafirên Koalîsyona Navdewletî bargehên rêxistina terorîst kirin hedef û bargeh û navendên fermandariyê hatin rûxandin.

Eniya Behara: Terorîstên DAÎŞ‘ê di êrîşan de wesayîtên bombebarkirî bikar anîn, da ku xetên pêşîn ên şervanên me bişkînin. Şervanên me bersiva wan da, di şerê li vê eniyê de jî hejmareke terorîst hatin kuştin, keseke xwekujî beriya ku bighêje nûqteyên şervanên me xwe teqandin. Her wiha hejmareke wesayîtên wan ên bombebarkirî hatin teqandin. Terorîstên bê serûber hawn li qadên şer dibarîne.

BAHOZA TOZÊ

Terorîstên ji bahoza tozê ku li herêmê rû dide, sûd wergerin û êrîşê koçberên Hecînê yên kampa Îwa ya li beramberî Behrayê kirin. Di heman demê de tevgera şaneyên veşartî di hindirê kampê de hebû û êrîşî sivîlan kirin.Şervanên me QSD‘ê ji bo parastina koçberan li hemberî wan şer kir.

Di encamê de hejmarek şervanên me piştî ku bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Di şer de zêdeyî 20 terorîst hatin kuştin, yên din hejmareke sivîl revandin û reviyan. Hêzên me piştî şer herêm bi temamî paqij kirin û 5 nuqteyên nû ava kirin.

BÎLANÇOYA LI HER SÊ ENIYAN

Hejmara kuştiyên terorîstan: 105.

Derbeyên balafirên Koalîsyonê: 14

Hejmra fûzên ku ji aliyê Koalîsyona Navdewletî ve li dijî pargehên terorîstan hatin avêtin:21 fûze

Windahiyên terorîstan: Wesayîteke Hemer doçka li ser, 6 deverên hawan, devereke avêtina fûzan, doçka, 3 wesayît, beldozer hatin rûxandin."

Li gorî bîlançoya 24 saetan a duh hatibû parvekirin, 34 çete hatibûn kuştin, 3 wesayîtên bombebarkirî û 3 navendên leşkerî hatibûn rûxandin, balafirên koalîsyonê jî li 8 nûqteyan dabûn. Roja Pêncşemê jî hatibû ragihandin 38 çete hatibûn kuştin.

Qonaxa dawî ya pêngava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê 10’ê Îlonê hatibû destpêkirin. Li gorî bîlançoya di 10’ê Cotmehê ya mehekê hatibû parvekirin de ev agahî hatibû parvekirin: “Hêzên me 651 terorîst kuştin e, cenazeyê 17 çeteyan ketin destê şervanên me û hatine definkirin.”