Bagera Cizîrê: Şervanên QSD’ê ketin Sûsê
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên wan ketine bajaroka Sûsê.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên wan ketine bajaroka Sûsê.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê piştî şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şervanên wan ketine bajaroka Sûsê û li wê derê şer didome.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelek cihên stratejîk ji aliyê şervanên wan hatine rizgarkirin.
Hate ragihandin şerê ku piştî nîvro hatibû destpêkirin hê jî didome.