Çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazorê 15 sivîl qetil kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê xebatkarên îstasyona petrolê ya El Omerê kirin hedef û di êrîşê de 15 sivîl hatin qetilkirin.
Çeteyên DAÎŞ’ê xebatkarên îstasyona petrolê ya El Omerê kirin hedef û di êrîşê de 15 sivîl hatin qetilkirin.
Çeteyên DAÎŞ’ê îro li bajaroka Şihêl a Dêrazorê li nêzî nexweşxaneyê xebatên îstasyona petrolê ya El Omer kirin hedef. Çeteyan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî wesayîta xebatkaran kir.
Li gorî agahiyên pêşîn di vê êrîşê de 15 kes hatine qetilkirin.
Hate ragihandin ku yên ku hatine qetilkirin, gelek ji wan ji bajaroka Zubyanê ne.