Li Hesekê şehîdên Pêngava Bagera Cizirê hatin veşartin

Şervanên QSD’ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, li Hesekê hatin veşartin.

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanên QSD`ê Yûsif Kurdî (Hogir Rojava), Rênas Elî (Rênas Hesekê) û Lûayî Kirêş ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê veşartin.

Şêniyan cenazeyên her sê şehîdan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristanê ve ketin rê. Li goristanê merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha şervanên YPJ/YPG`ê merasîmeke leşkerî li dar xist.

Paşê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bedrî Hewale axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û got şehîdan ji bo rizgarkirina gelê herêmê ji zilm û zora terorîstan canê xwe feda kirine.

Ji fermandarên QSD`ê Serhildan Rojava hemû şehîdên azadiyê yên Bakurê Sûriyeyê bi bîr anî û diyar kir ku şehîd nûnertiya rast a biratiyê dikin.

Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê yek ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyên her sê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin veşartin.