Li Baxoza Jorîn rizgarkirina sivîlan: Bi wêne

Şervanên QSD’ê yên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li gundê Baxoz ê Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têdikoşin bi hezaran sivîlên din jî rizgar kirin ku di nava wan de jin û zarok hene.

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku şervanên QSD’ê li bejahiya Dêra Zor û gundewarên wê dayî destpêkirin didome. 

Di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de, her ku diçe dor li çeteyan tê girtin. Îro şervanên QSD’ê bi hezaran sivîlên din jî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir.

10 ZAROKÊN ÊZIDÎ HATIN RIZGARKIRIN

Di encama operasona ‘Tîmên taybet’ ên QSD’ê de ku bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin de 10 zarokên Êzidî ku di dema çeteyên DAÎŞ’ê sala 2014’an êrîşî Şengalê kiribûn revandibûn jî hatin rizgarkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, zarokên Êzidî dema hatibûn revandin biribûn Mûsilê û dema Mûsil jî aliyê artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman ve hatin rizgarkirin, ji wir jî derbasî xaka Sûriyeyê hatibû kirin. Herî dawî jî ev zarok di encama operasyoneke taybet a ‘tîmên taybet’ ên QSD’ê ji lepên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin.