'Şerê Pîroz'

"Ji bo herdû keçên min nefroşin çi dixwestin min dikir". Mihdiye Beşar jineke Êzîdî ye, bi girî ev gotin ji me re got in û çavên wê li herdû keçên wê bû ku yek 8 salî û ya din jî 6 salî ye.

Di şerê tinekirina DAÎŞ'ê de û di şerê Sûriyê de li hêlekê ew jinên Êzîdî têne rizgarkirin û dmea ku sivîlên ji Baxoz derdikevin di nav wan de teqez jin an jî zarokên Êzîdî di nav wan de hene.

 Di va şerê heft salan de me bi hezaran buyerên zilm, lêdan, kuştin, talankirin û serjêkirin bihistine lê dema ku jineke Êzîdî ji nav DAÎŞ'ê rizgar dibe û qala rewşa xwe dike êdî her tişt disekine û bêdneg dibe.  Ew qas hovîtî çend rojan berê dihate jitîn, di nav DAÎŞ'ê de! Mihdiye ji bajarokê Sinono ye, ew jî wekî hezaran jinên Êzîdî 2014'an ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hat rivandin. Dema Mihdiye qala buyerên jiyayî  dikir, qet mirov naxwaze bawer bike gelo bi rastî ev hovîtî hatine jiyîn.

Mihdiye zimanê Kurdî ji bîr kiriye heta zimanê Erebî jî baş nizanîbû. Wekî ku DAÎŞ xwestiye KU bê nasname, kole û bê ziman be. Mihdiye nû rizgar bibû. Hîn paçê reş ser wê bû. Ew bixwe di şoqê de mabû eceb rast e yan xewn e. Fermandarekî QSD'ê wêneyên wendayên Êzîdî şanî wê didan. Zarokên xwîşka xwe nas kir lê  nikarîbû biaxiviya ji xeyînî girî.

Di van rojên dawî de êdî kesên ku ji Baxoz tên rizgarkirin piranî malbatên DAÎŞ'ê ne, duh zêdeyî hezarî ji Baxoz derket.

Her bêlek ji malbatên DAÎŞ'ê  teqez jin û zarokên Êzîd di nav wan de hene. Firyal Murad jî jineke Êzîdî ye, ji Til Benatê ye. Ew û zarokê xwe yî 5 salî bûn, şervanên YPJ ew pêşwazî kiribûn, xistibûn çadireke heta ku wê dişînin gel malbata wê ya li Şengalê.

Kurê Feriyal destê xwe dida ser rûyê diya xwe jibo bi me re neaxive.  Li gel ku 5 salî ye jî, ketiye ber bandora DAÎŞ'ê. Feryal dema behsa kurê xwe kir got çavekî wî nabîne ji lêdanê'' û got, ''DAÎŞ em anîn kurê min heft mehî bû û di nav wan de mezin bû heta navê wî jî guhartin, ji Hoşiyar kirin Ehmed, lê dîsa jî lêdidan".

Feriyal, wê jî nikaribû bi Kurdî biaxive û xwest bi Erebî bibêje.  Bûyerên ku jiyayî dema ku digot pirça mirov radibû. Behsê dikir ku çawa mirov difirotin. Lê dawiyê jî ji me re got, dema ku şer giran bû, hinekî dikarîbûn hilmekê bistînin. Lê dema ku bi me re diaxivî di şokê de bû bê ka ya dijî rast e yan na.

Dema ku ew jinên Êzîdî ji nav wan hovan têne rizgarkirin, ew şer çendî dijwar be jî şerekî pîroz e.