‘Li Efrînê 25 dagirker hatin kuştin’

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku îro di teqîna Efrînê de 25 dagirker hatine kuştin û 36 dagirker birîndar bûye.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li ser malpera xwe daxuyanî da û diyar kir ku îro li Efrînê hêzên wan li dijî merasîma leşkerî çalakiyek li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me li dijî dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û li herêmên Bakurê Sûriyeyê çalakiyên xwe didomînin. Ew ê zarok û jin neyên jibîrkirin ên ku Tirkiyeyê di dagirkirina Efrînê de em bomberdûman kirine. Em diyar dikin ku ew ê çalakiyê me bidomin.

Hêzên me di 21’ê Sibata 2019’an de li navenda Efrînê li nêzî Nexweşxaneya Dêrsimê ya li Rêya Vîllatê bi wesayîteke bombebarkirî li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 25 dagirker hatine kuştin û 4 endamên îstîxbarata Tirkiyeyê jî tê de 36 dagirker birîndar bûne.

Heta ku Efrîn û hemû Bakurê Sûriyeyê ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bibe wê li Efrîn û herêmên din ên ku hatine dagirkirin, çalakiyên me yên tolhildanê wê bidomin.”