Akademiya şehîd Bêrîvan 2 dewreyên şervanên nû bi dawî kir

Akademiya şehîd Bêrîvan ya şervanê nû 2 dewreyên xwe yên bi navê şehîd Zelal Efrîn û şehîd Hebûn Qamişlo, ku ji pêkhateyên Kurd û Ereb pêk tên, li herêma Şedadê bi merasîmeke leşkerî  bi dawî kir.

Merasîm bi beşdariya gelek şervan û fermandarên YPJ'ê pêk hat. Femandara YPJ'ê Evîndar Denîz di merasîmê de ji şervanan re axivî û perwerdeya dîtine li wan pîroz kir.

Denîz got, "Di serî de dewleta Tirk gelek hêz hewl didin şoreşa Rojava dorpêç û dagir bikin. Em jî ji hemû dinyayê re dibêjin, bi taybetî ji êrîşkar Erdogan re dibêjin, tu çiqasî êrîş jî bike, tu çiqasî hovîtiyê bike, em Hêzên Parastina Jinê (YPJ) amade ne di her şert û mercî de gelê xwe biparêzin."

Her wiha fermandara YPJ'ê Denîz bal kişand ser grevên birçîbunê ku bi pêşengiya Leyla Guven û hevalê wê hatiye dest pê kirin wiha got; "Îro careke din bi pêşengiya Leyla Guven bi ruhê berxwedêr ê jinên Kurd pêşengî ji demeke nû re tê kirin. Em hêzên YPJ'ê li ku derê dibe bela bibe em ê têbikoşin û berxwedana heyî mezin bikin."

Di dawî de fermandara YPJ'ê Evîndar Denîz, perwerdeya şervanan li şehîdan, li jinan pîroz û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "bê Serok jiyan nabe" û "jin jiyan azadî" bi dawî bû.

Şervanên YPJ'ê yên bi navê Delal Çiya û Şevîn Hesekê kêfxweşiya xwe wiha anî ziman; "Me di vê perwerdeyê de gelek moral girt. Di civaka Ereb de, tu qîmet ji jinan re nayê dayîn. Zanebûnek me ya naskirina dîroka jinê tine bû, lê em li vir fêr bûn, ku em xwedî dîrokek gelek dewlemend in. Hedefa me ew e em bi têkoşîna xwe her jinekê û bi taybet jinên Ereb azad bikin. Em li vir fêrî pir tiştên xweş bûn û me hevaltiyek rast a jin bi jinê re dît û jiya. Ev qad ji bo me cihên nû bûn û hestên xweş dan me. Fikrên Rêber Apo pir bandor li me kirin."

Merasîma şervanan bi gerandina govendê bi dawî bû.