Cenazeyên şehîd Fayiz Ebas û Hediya Xidir hate veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên Çilaxa, Til Koçer û Girkê Legê cenazeyên şehîd Fayiz Ebas û Hediya Xidir li Goristana Şehîdan a Til Koçerê veşartin.

Bi sedan şêniyan, Hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan Goristana Şehîdan a Til Koçerê da ku cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Fayiz Ebas yê ku di Pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû û Hediya Xidir (Jiyan) a ku ji ber nexweşiyê şehîd bûbû, li goristanê veşêrin.

Merasîm bi deqeyea rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanê Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir. Piştre fermendarê Hêzên Erka Xweparastinê Salim El-Ibrahîm axivî û got: "Hêzên me herêm parast û ji bo welat têkoşiya. Me soza parastina herêmê û ewlehiya şêniyan da û ji bo wê me fedekariyên mezin pêşkêş kirin. Em soza xwe ji bo berdewamkirina têkoşînê û parastina gel û destkeftiyên şehîdan dubare dikin."

Paşê wesîqeyên şehadeta her du şehîdan hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiyê de şêniyan cenazeyên şehîdan spartin axê.