Hêzên Rizgariya Efrînê li çeteyên dewleta Tirk da

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku hêzên wan li derdora gundê Kil Cibrîn ê Ezazê li wesayîteke çeteyên dewleta Tirk dane û çeteyek hatiye kuştin û 4 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan li derdora gundê Kil Cibrîn ê Ezazê li wesayîteke çeteyên dewleta Tirk dane û çeteyek hatiye kuştin û 4 çete jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Şervanên me li Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin.

Çalakiyên bi bandor yên şervanên didomin yên ku li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê û derdora wê bi cîh bûne. Di çarçoveya van çalakiyan de;

Di 22’ê Sibatê de şervanên me li derdora gundê Kil Cibrîn ya girêdayî Ezazê li dijî seyareyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku têde bûn hedef girtin û çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û çeteyek hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.”