Lavrov: Em bi Tirkiyeyê re operasyonên hevpar plan nakin

Wezîrê Karên Derve yê Rûyayê Sergey Lavrov anî ziman ku bi Tirkiyê re ti plansaziyên li ser xaka Sûriyeyê operasyonên hevpar pêk bînin tine.

Lavrov, di dema serdanên xwe yên li Vîetnam û Çînê de daxuyanî da televîzyonên Çîn û Phoenixê û rewşa li Sûriyeyê nirxand.

Lavrov li ser mijara 'Herêmên Tampon' sekinî. Lavrov peymana Edeneyê ya sala 1998’an bi bîr xistî got, "Niha ji hêla leşkerî ve, helwesta Şamê li ber çav tê girtin û li ser teşeya dawî ya herêmên tampon lihevkirin çêdibe."

Lavrov anî ziman, hewl didin ku berjewendiyên Tirkiyeyê di asta herî jor de li ber çavan bigirin û got, "Leşker, pozîsyona Şam û Tirkiyeyê li ber çav digirin û di derbarê mijarê de li ser hûrgiliyan disekinin."

Lavrov hevdîtina serokên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ya li Soçiyê bibîr xist û bal kişand ser bahaneya Tirkiyeyê ya 'terorîzmê'.

Lavrov got, "Bi Tirkiyeyê re di mijara ku kîjan Kurd terorîst in de, lihevkirinek çênebû. Helwesteke cuda ya Tirkiyê heye. Em fikarên wê fêm dikin, lê belê divê ka û ceh neyê tevlîhevkirin."

Lavrov got, "Li xaka Sûriyeyê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê, yan jî Îranê de lihevkirineke ku operasyoneke hevpar bimeşînin nehatiye plankirin. Rûsya û Îran li ser daxwaza hikumeta Şamê li Sûriyeyê kar dikin. Tirkiye jî derbarê ewlehiya xwe de fikarên xwe anîn ziman. Lê belê Şam, naxwaze ku leşkerên Tirk li ser xaka wê bimînin."

ÎVANOVSKIY: LI MINBICÊ KOORDÎNASYON HEYE

Li milê din Serokê Îdareya Polîsên Leşkerî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Korgeneral Vladîmîr Îvanovskiy got, li Minicê dewriyeya Rûsyayê bi Tirkiye, Kurd û DYE'yê re bi koordîneyî tê kirin. 

Îvanovskiy ji çapemeniya Rûsyayê re axivî got, "Polîsên me yên leşkerî, li sê aliyan hevkariyê dikin. Bi Kurd û Tirkiyeyê re rasterast; bi DYE'yê re jî bi rêya Kurdan hevkariya me didome."

Generalê Rûs anî ziman ku hevkariya herî baş bi hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ango bi Kurdan re heye.