Partiyên Kurdan aloziya li Sûriyeyê û yekîtiya neteweyî nîqaş kirin

Partiyên Kurdan îro hatin ba hev û aloziya li Sûriyeyê û yekîtiya neteweyî nîqaş kirin. Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.

Partiyên Kurdan îro civîneke awarte li bajarê Qamişlo li dar xistin û der barê vê civînê de daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Hêz û partiyên Kurdan civînek awarte li dar xistin. Beşdaran dozên siyasî li ser asta Sûriyeyê bi giştî û herêmên Kurdan bi taybet nîqaş kirin. Di civînê de helwestên hêzên têkildarî aloziya Sûriyeyê û pirsgirêkên ku li pêşiya çareseriya aştiyane dibe asteng, hatin nîqaşkirin. Her wiha hate gotin ku hêzên niştimanî û demokratîk ên Sûriyeyê di nav de, hêzên Kurdan jî ji bo çareserkirinê di nava xebatê de ne.

Beşdaran her wiha li ser tinekirina DAIŞ‘ê li bajaroka Baxozê û xebatên piştî tinekirina DAIŞ‘ê nîqaşkirin, her wiha rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG û YPJ‘ê û Koalîsyona Navdewletî silav kirin.

Beşdaran diyar kirin ku pêwîst e rêjîma Sûriyeyê daxwazên gelê Sûriyeyê bi cih bîne, bi taybet daxwazên nenavendîbûyînê, avakirina dewleteke demokratîk, niştimanî û destûrek ku mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyên dîtir biparêze. Hate gotin ku îsrara rêjîmê di helwesta xwe de rê li ber çareseriya aştiyane dixetimîne û daxuyaniyên dawî yên rayedarên rêjîmê delîlê vê yekê nîşan dan.

Beşdaran teqez kirin ku hêzên Kurdan hewl didin atmosfereke guncaw ji bo serxistina diyalogan bi garantiya navdewletî, peyda bikin. Her wiha bang li Rûsyaya Federal hate kirin ku rola xwe ya erênî wekî navbeyndar ji bo serxistina diyalogaên çareseriyê pêk bîne.

Beşdaran bang li civaka navdewletî kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê li ser sûcên wê yên li dijî gelê Efrînê darezîne, her wiha bang li gelê Sûriyeyê û aliyên têkildarî aloziyê kirin ku ji bo rizgarkirina Efrînê û qewitandina dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bixebitin.

Di civînê de her wiha bal hate kişandin li ser biryara Emerîkayê ya vekişandina ji Sûriyeyê. Beşdaran teqez kirin ku ev biryar aloziya li herêmê zêdetir kir û bang li Emerîkayê kirin ku helwesta xwe ya derbarê gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bike.

Di civînê de bal hate kişandin ser însîyatîfa KNK‘ê ya yekîtiya Kurdan û bang li hêzên Kurdan kirin ku piştgiriyê bidin însîyatîfê û di zûtirîn demê de beşdarî xebatên yekîtiya Kurdan bibin.

Di civînê de, girîngiya aştiya navxweyî ya li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destnîşankirin û pêwîstiya xurtkirina biratiya gelan û rêgirtina li ber hewldanên fitin û tevliheviyê diyar kirin."

 

Hêzên ku daxuyanî dane ev in:

-Hevbendiya Niştimanî a Kurd li Sûriyeyê

-Tevgera Civaka Demokratîk

-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

-Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

-Partiya Kesk a Kurdistanê

-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

-Partiya Guhertin a Kurdistanê

-Partiya Yekîtiya Karkarên Kurdistanê

-Partiya Lîberal a Kurdistanê

-Partiya Nûjen a Kurdistanê

-Partiya Demokratîk a Kurdistanê (El-Partî)

-Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê

-Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê"