Şehîdên Kobanê hatin veşartin

Gelê Kobanê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê û yê teqîna li gundê Kurpîngarê veşart.

Welatiyên kantona Kobanê cenazeyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mihyedîn Etaş (Reşo Pirsûs), Ebdullah Tekîn (Harûn Pirsûs), Ibrahîm Bîlot (Salih Pirsûs) û şervanên YPG‘ê Erdal Kobanê, Seyid Kobanê û Têkoşîn Kobanê ku di Şerê Tinekirina Terorê de li Dêrazorê şehîd bûne û Diyar Mistefa ku di encama teqînê li gundê Kurpîngar ê girêdayî bajarê Kobanê şehîd bibû li Goristana Şehîd Diclayê spartin axê.

Merasîm bi deqeyekê rizgirtin dest pê kir, paşê Hevseroka Desteya Xweparastin Dilbirîn Kobanê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:"Şehîd ên ku nirxên vî gelî parastine. Van qehremanan neheqî qebûl nekirin û di riya rastiyê de şehîd bûn. Em ê ala van şehîd bigihînin serkeftinê. Em îro van hevalên xwe yên şehîd di vê axa pîroz de vedişêrin. Em bi van şehîdan serbilind in ku em egîd û leheng afirandin. Eger mirinek hebe bila mirineke bi rûmet be. Em ê ji bo azadiyê jiyana xwe feda bikin û em ne poşman in."

Ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce jî axivî û diyar kir ku riya durist û pîroz riya şehîdan e û wiha dewam kir:"Em bi saya xwîna van şehîdan li vir civiyane. Îro şervanên me di çemberên şer de li ber xwe didin û dawiyê li terora cîhanî DAIŞ`ê tînin. Kesên ku xwestin me tune bikin, me ew kes tune kirin. Dîrok xwe nû dike û serkeftinên me dinivîse. Li Kobanê berxwedan dest pê kir û li Dêrazorê bi ser dikeve. Projeya me ya demokratîk berhemê keda şehîdan e."

Di dawiyê de wesîqe ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hat xwendin û radestî malbatên şehîdan hat kirin. Her wiha nasnameya şervanê YPG‘ê Mihemed Osman (Kawa Welat) ku li Efrînê şehîd bibû hate eşkerekirin û nasnameya wî radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tîlîliyên dayikan li Goristana Şehîd Diclayê hatin veşartin.