Şehîd Idlibî bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Şêniyên Minbicê, şevanê Ceyş El-Siwar Abdullah El-Seyîd (Idlibî) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li Şehîdgeha Minbicê bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan kesên ku alên Ceyş El-Siwar û Malbatên Şehîdan hildan, piştî ku cenazeyê Şehîd Idlibî ji Nexweşxaneya Firatê wergirtin, bi konvoyeke ji wesayitan berê xwe dan şehîdgeha Minbicê.

Şervanên Hêzên Xweparastinê li şehîdgehê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Piştre ji fermandarên Ceyş El-Siwar Dilşêr Idlibî li merasîmê axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û soz da ku wê li ser şopa şehîdan bin.

Ji fermandarên Tûgaya Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb jî got, "Em bejna xwe li ber giyanên şehîdên ku bi xwîna xwe herêm ji terorê rizgar kirine, ditewînin. Tinekirina çeteyên DAÎŞ'ê li ser xakekê nayê wateya bidawîbûna DAIŞ'ê, pêvajoya li pêşiya me wê li dijî şaneyê veşartî yên terorîstan be."

Di merasîmê de, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatima Dîbai axivî û got: "Şehadet israra me ya domandina xeta têkoşînê zêde dike. Hêzên me li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û dijminan şerekî mezin kirin û îro di encama vî şerî de serketinên mezin bi dest dikevin."

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeya Farûq El-Maşî axivî û ev tişt anî ziman: "Xaka Minbicê îro kurekî Idlibê hembêz dike. Şehîd Abdullah li gelek herêmên Sûriyeya şerê terorê kir û di Şerê Tinekirina Terorê de gihişt asta şehadetê. Ev yek diyar dike ku gelê Sûriyeyê li ku derê be gel û xaka we diparêze."

Ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê rêvebera Komîteya Şaredariyan Nîroz Şihab axivî û şehîdên têkoşîna azadiyê hemû bi bîr anî û soz da ku wê li ser şopa şehîdan bin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Idlibî li ber dirûşm û tilîliyên dayikan hate definkirin.