Ciwanan li dijî faşîzmê banga yekîtiyê kirin

Konferansa ciwanan a Rojhilata Navîn ku rêxistinên ciwanan li Kobanê bi dirûşma ''Ber bi Rojhilata Navîn a pireng û demokratîk ve' cara duyan pêk tînin, bi kelecaniyeke mezin didome.

Di roja sêyan de ya konferansê delegeyên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatin li dijî dagirkeriyê bal kişandin ser girîngiya têkoşînê û yekîtiya navxwe ya Kurd.

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku dixwestin tevlî kongreyê bibn û dewleta TC'ê ew asteng kirin, li gel hemû astengiyan jî xwe gihandin konferansê û gotin, bi têkoşîneke mezin xwe gihandine konferansê.

CIWANÊN HDP'Ê LI GEL ZEXT Û ZORDARIYAN JÎ HATIN KONFERANSÊ

Endamê Ciwanên HDP'ê yê Amedê Ferhat Dalkiran got ji bo ku ew tevlî knferansê nebin dewleta Tirk zexta fizîkî û psîkolojîk li ser wan kiriye, diyar kir, wê mîsyonê li konferansê bar dikin ku ramana azad pêk were û ji bo Kurdistaneke serbixwe gavek e û domand, ''Me endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê zext û zordarî qebûl nekir û em hatin. Me dît bi vî rengî em li ber xwe bidin em dikarin heq ji  gelek tiştan derkevin. Hikûmeta Başûr û dewleta Tirk bi MÎT'ê û îstîxbaratê nehiştin ku hevalên me yên ji Başûr derbasî Bakurê Sûriyê bibin. Hê destpêka konferansê me dît ku em bi hev re dikarin çawa bi ser bikevin.''

'HER CIWAN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ Û HIŞMENDIYA QIRKER DIVÊ RABE SER XWE'

Dalkiran bi domdarî bang li ciwanan kir, li kîjan qadên dibin bila bibin divê têbikoşin, li dijî faşîzmê û mêtingeriyê rawestin, têkoşînê geş bikin û domand, ''Li Rojhilata Navîn her ciwan divê bi vê berpirsyariyê tevbigere, li idjî faşîzmê û hişmendiya qirker serî rake.''

'DI PÊVAJOYA KRÎZ Û KAOSÊ DE GAVEKE GIRÎNG E'

Endama 'Pêşmerga Komale' û Partiya Komunîst a Îranê Dilniya Rahimî ya ji Rojhilata Kurdistanê jî got, ''Mixabin li çar parçeyên Kurdistanê kaos, şer û krîz didome. Hemû welatêne Ewropayê li ser Rojhilata Navîn planan dikin û ketine pêşbirkê. Ez girîng dibînim ku di rewşeke şer û koasê de ev konferans pêk hatiye. Hêvî dikim ji bo çalakiyên siberojê zêdetir bibin ev bibe gavek.''

'LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ EM BIBIN YEK'

Bêrîtan Ronahî ya ku ji Başûr hatî got, ''Ez li ser navê Jinên Ciwan ên Milîtan li vir im. Pêdiviya ciwanên Rojhilata Navîn bi konferanseke wiha hebû. Gelek problemên ciwanan hene û ji bo çareserkirina vê hewceyî bi projeyeke wiha hebû. Ji bo çareserî ji bo kêşeyan were dîtin hewceyî bi danûstandina fikir heye. Rewşeke mêtingeriyê heye û vê li ser me ferz dikin. Em ciwan divê li dijî vê mêtingeriyê li ber xwe bidin û bibin yek.''