Xezeba Zeytûnê: Li Cerablûsê 8 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand, di çalakiya doh de ya li ser pira Xendûra ya li Cerabûsê 4 çete û 4 kesên ji îstîxbarata Tirk hatine kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, li ser teqîna doh a li herêma Cerablûsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev çalakî di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên li Bakurê Sûriyeyê de pêk hatiye û hate gotin, "Ev çalakî ji bo hesabxwestina ji çeteyên beşdarî dagirkirina Efrînê bûne, şêniyên wê koçber kirine û kiryarên terorîst li dijî gel kirine, pêk hatiye."

Odeyê diyar kir ku di teqînê de ji koma çete ya bi navê "Emniyê Izaz" 4 çete hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, navê çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; Elewî Neyîf, Emîr Dîbo, Mihemed El-Şêx Neyîf ji bajarê Til Rifet, Rebî El-Rebî ji bajarê Kefrê û 4 çete îstîxbarata Tirk a dagirker in.

Odeyê ragihand, çalakiya wan di dema çalakiya Efrînê de pêk hat û ku tê de bi dehan çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di daxuyaniyê de teqez kir ku ew ê çalakiyan li dijî kesên ku destê wan ketiye xwîna şêniyên Efrînê pêk bînin û tola wan hilînin.