Hemdik: Heya sîstema Sûriyê demokratîk nebe, naguhere

Mehmûd Hemdik got, ''Siyaseta Sûriyê nayê guhartin heta ku siyaseteke demokratîk pêk bîne. Me dît ku hevpeymana Soçî û dewletên ku wê hevpeymanê bi rê ve dibin aloziya Sûriyê bi giştî çareser nake.''

Ji Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûrî li Şehbayê Mahmûd Hemdik ji ajansa ANF’ê re axivî û got, “Hevpeymana Soçî yan jî em nav lê bikin civîna Soçî ji ber ku peyva hevpeyman tê weteya erêkirin li ser bendan, lê li ser qada pratîk dewletên ku ev hevpeymana hempêz kirine tu wateyên dirust nedanîne.''

`HEVPEYMANA SOÇÎ DI 3 PÊVAJOYAN DERBAS BÛYE`

Mehmûd Hemdik axivî û got ji destpêka hevpeymanê heya niha Soçî di 3’ê pêvajoyan re derbas bûye û wiha domand: ”Pêvajoya yekem berî biryara Trump ji bo vekişîna artêşa wî ji Sûriyê, pêvajoya piştî biryarê û pêvajoya îmzekirina koalîsyona Warso. Ev her 3’ê pêvajo berjewandiya wê cûda bûn. Niha em dikarin bibînin ku piştî koalîsyona Warso bû rastiyek, ew jî bi darxistina civîna Soçî, ji berjewendiyên wan bi dûrket ji berê bêtir. Dibe ku berjewandiyê taybet wan dewletan kom bike, di bin siya karên teknîkî de. Lê di bingehê de ew ji hev dûr in û ne pêkan e ku le hev bikin. Weke ku em dibînin armanca Rûsya tunekirina terorê ye, bi gelemperî di Sûriyê de lê armanca Tirkiyê tîmarkirina terorê ye. Ji ber vê yekê çewa hevsengiyeke di navbera yê ku dijî terorê şer dike û yê ku terorê hempêz dike wê çêbibe.”

`HEMÛ DEWLET DIZANIN KU TIRKIYE LI DIJÎ HER TEVGEREK DEMOKRAT E`

Bi berdewamî Hemdik wiha axivî: ''Li kûderê dibe bila bibe Dewleta Tırk li dijî bingeha demokrasiyê û her çeraserkirinek demokrat e. Her wiha dewleta Tirk li dijî çaresarkirina rewşa Kurd, Ereb û Çerkes e. Hemû dewletên Rojhilata Navîn mîna Misir Lîbiya û h.w.d, dizanin dema ku çareserkirineke demokrasî û civakî hebe dewleta Tirk li dijberî wê ye û her tim piştgiriya terorê û Îslametiya radîkal e. Hêzên terorê li ba her dewletê cûda ye, li gorî Tirkiyê tevgerên demokrat teror in û li gorî Rûsya Îslamên radîkal terorin, lê Îran dibîne ku hebûna Emerîka di Sûriyê de teror e. Ji ber vê yekê çawa ev dewlet wê bighêjin hevsengiyekê ji bo çareserkirina aloziya Sûriy?”

“TÊ XUYA KIRIN KU NAKOKÎ DI STRATEJIYA DEWLETAN DE HEYE'

Hemdık di berdewamiyê de teqez kir ku nAkokî di stratejiya dewletan de heya û wiha doman, '' Sûriyê dixwaze ku Idlibê rizgar bike û rêjma Sûriyê dixwaze ku hêzên dewletî yên ku li axa wê, jê re bibin alîkar ji bo rizgarkirina Idlibê. Ji ber ku dizane ji hêla leşkerî pir dijwar e ku Idlibê Rızgar bike. Rûsiya jî dizane ku hêza di hundir Idlib û Rojavayê Helebê û Rojahilata Latqiyê û bakura Hemayê de hêzek e terorê ya pir mezin heye û zêdetirî 70 hezar terorîstên radîkal li wir hene, ku 10 hezar ji wan terorîstên biyanî ne. Ji ber vê yekê jî rêjîma Sûriyê dizane ku hêza wî bi tenê nikare bi vê pêngavê rabe. Ji ber vê jî hebûna Rûsya û Îran li gorî berjewendiyên xwe tevdigerîne lê berjewendiya Rûsya ne ew e ku bi awayekî leşkerî derbasî Idibê bibe, dixwaze gav bi gav were analîzkirin. Ev tê wateyê ku dixwazin Idlibê bi awayekî aştiyane rigar bike.

“CEBHET EL-NUSRA BERFEREH BÛ, JI BER VÊ TIRKIYÊ SOÇÎ PÊK NEANΔ

Her wiha Hemdik rewşa niha ya hevpeymanê Soçî anî ziman û got:” Tirkiyê dizane ku ne hêsan e ku Rûsya û rêjîma Sûriyê Idlibê rigar bikin, ji ber vê yekê ev xala li gorî berjewandiyên xwe eyar kir. Belkî Rûsya û Tirkiyê hevpeymana ku bi kurbûna 15 heyanî 20 km têkevin erda Idlibê (Soçî) çêkiribûn, lê belê Tirkiye ev hevpeyman pêk neanî. Bi awayê ku Cebhet El-Nusra li ser hemû hêzên ku ew bi wan têkildar dibûn serwer kir. Her wiha Cebhet El-Nûsra, tê zanîn ku teror in, bi vî awayî Tirkiye dikare bibêje komên ku ez bi wan re bûm, El-Nusra li ser wan serwar kir. Ji ber vê yekê Tirkiyê dikare hevpeymana ku 15 heyanî 20 km têkeve erdê Idilbê winda bike û ji berjewendiya Tirkiyê, Elmanya, Firansa û yê ku rewşa Idlibê weke ya xwe bibîne, her wiha naxwazin ku bi awayekî ewle rewşa Idlibê çareser bibe.”

“SÎSTEMA SÛRIYÊ NAYÊ GUHARTIN HETA SIYSETEKÎ DEMOKRAT BIKAR BÎNÊ”

Hemdik nêrîna xwe li ser siyaseta Sûriyê da pêş û got: ”Siyaseta Sûriyê nayê guhartin heyanî ku siyaseteke demokratîk pêk bîne. Me dît ku hevpeymana Soçî û dewletên ku wê hevpeymanê bi rê ve dibin aloziya Sûriyê bi giştî çareser nake. Ji ber ku hêza duyemîn ê ku di Sûriyê de nake nav xwe, ew jî QSD’ê de ye û siyaseta wê vedigera Meclisa Sûriyê Demokratîk MSD’ê. Eger nêrînên wan di her hevpeymanekê de ya ji bo Sûriyê nayê birin ew hevpeman tenê weke rûniştinkê ye. Bila em tiştekî din derxînin pêş ku QSD’ê karî hebûna çeteya DAÎŞ’ê têk bibe, her wiha ji despêka derketinê QSD’ê ve, bi navê hêzeke paristinê derket ji bo erd û xaka xwe biparêze. Her wiha Tirkiyê dixwaze ku herêma ewle li Bakur û Rojhilata Sûriyê çêbike û eger li ser herêmê serwer bikin bila hemû dewleta bizanibin ku vegera DAÎŞ’ê ya nû wê dest pê bike, ji ber ku dewleta Tirkiyê wê tola xwe ji hêza ku DAÎŞ’ê tune kiriye bistîne.”

“ÎRAN HEM DIXWEZE IDLBÊ RIZGAR BIKE, HEM JÎ DIXWEZE BI TIRKIYÊ RE TÊKLIYÊN XWE QUT NEKE”

Hemdik li ser rewşa Îranê di Sûriyê de axivî û got:”Rewşa Îran hinek cûde ye. Îran piştî kongerya Werso û yekîtiyê ku li dijî Îranê çêbûye, jê hatiye xwestin ku ji xwe re hevalan çêbike. Her wiha em dizanin ku Îran di şoreşa Sûriyê de ji aliyê aborî û leşkerî têk çû. Îran dixwaze bi rêjîma Sûriyê re herêma Idlibê rizgar bike. Di heman demê de naxweze têkliyê xwe ya aborî bi Tirkiyê re xira bike. Tirkiyê li dijî dorpêçkirina aborî ya Emerîka li ser Îranê sekinî. Tirkiye ji bo hilbijartinê nahêle rêjîma Sûriyê têkeve herêma Îdlibê heyanî miha Adarê.''

“ÎRAN JI BO TÊKILIYÊN XWE XURT BIKE HEVPEYMANA EDENE DERXIST HOLÊ”

Herî dawî Hemdik got, ''Me dît ku Îran ji bo têkiliyeke xurt çêbike ket navbera Tirkiyê û Sûriyê û hevpeymana Edene ji nû ve derxist holê, ku ev hevpeyman sala 1998’an hatiye îmze kirin û hevpeyma Edene halê hazir pûç bûye. Dewleta Tirk beriya 8 salan dema ku pê li hemû bendan kir ev peyman pûç kir.

Hevpeymana Soçiyê li her deverê cuda tê şîrovekirin, lê belê li gorî min nerîna Rûsya ya herî rast e, ji ber ku Cebhet El Nûsra komeke terorîst e, hevpeymanên ji bo Idlibê berdewam nakin.

Tê zanîn ku li Rojhilata Firatê DAÎŞ ber bi dawî bûnê diçe, lê belê şerê koalisyana navnetewî û QSD’ê ya li dijî terorê, ne tenê di Rojhlata Firatê de wê biqewime, her wiha dema ku Cebhet El-Nusra berê xwe da herêma wê, wê werê xwestin ku QSD’ê biçê Efrîn û Idlib ji û çeteyan rizgar bike.