‘Meclîsa Ciwanên Şoreşger ên Rojhilata Navîn’ hate avakirin-NÛ BÛ

Li Kobanê di 2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn de ‘Meclîsa Ciwanên Şoreşger ên Rojhilata Navîn’ hate avakirin.

2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê ya bi şîara "Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pir reng û demokratîk ve" tevî çar parçeyên Kurdistanê ji Sûriye, Iraq, Urdun, Lubnan, Fîlîstîn, Lîbya, Ermenîstan, Tûnis, Yemen, Efrîka Bakur, Sîdan, Misr û Tiriyeyê zêdeyî 300 delege tevlî bûbûn, bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Di konferansê de ‘Meclîsa Ciwanên Şoreşger ên Rojhilata Navîn’ hate ava kirin û endamên meclîsê hatin hilbijartin.

Konferans bi xwendina encamnaeyê bi zimanê Kurdî û Erebî bi dawî bû.

 Encamname wiha ye:

"Em vê konferansê diyarî şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilata Sûriyê û Rojhilta Navîn dikin. Her wiha diyarî Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan ku zemîna guncaw a vê konferansê daniye, dikin. Ev konferans wê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan bixebite û felsefeya Ocalan wekî bingeha têkoşîna xwe esas bigire. Konferans berxwedêrên grevên birçîbûnê di nav de berxwedêr Leyla Guven silav dike û xwe wekî berpirsê pêkanîna armancên wan dibîne.

Em berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk silav dikin ku herêm ji terorê rizgar kirine.

Em vê konferansê diyarî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku cihê xwe di şoreşê de girtine dikin, her wiha ciwanên Rojhilata Navîn ku bi xwîna xwe şoreş parastine silav dikin.

Ev konferans dê destkeftiyên şoreşa pîroz li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ji êrîşên emperyalîstê biparêze. Konferans, ciwanê Tûnisê Mihemed El-Bû Ezîzî wekî mişleya gel û ciwanên Rojhilata Navîn bi nav kir û 17‘ê Kanûnê wekî roja bîranîna wî ragihand.

Ev konferans wê li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîzmê û faşîzmeya dîktator têkoşînê bike, Konferans şoreşa zihniyet esas digire û dê li hemberî hemû êrîşên li dijî ciwanên Rojhilata Navîn têbikoşe. Konferans, Tirkiyê wekî dijminê gelên Rojhilta Navîn dibîne û hikûmeta Tirkiyê wekî jêdera terora li Lîbya, Iraq, Sûriyê, Misir, Sûdan û hemû Rojhilata Navîn dibîne û li dijî wê têkoşîneke hevpar bimeşîne. Konferans berxwedana gelê Filistînê silav dike û êrîşên Îsraîlê li ser Filistînê red dike. Her wiha konferans Amerîka, Rûsya, Îran, Tirkiyê û Qeter wekî berpirsên aloziya Sûriyê dibîne. Konferansa banga piştgiriya şoreşa gelê Sûdanê ya azadî û wekheviyê dike, di heman demê de banga parastina gelê Durzî, Ermenî, Êzidî, Kakoy, Lorî, Suryan û hemû kêmnetewên li herêmê dike. Ev konferans dewletên ku nehiştin ciwan beşdarî vê konferansê bibin şermezar dike. Konferans dê ji bo piştgiriya ciwanên Lîbya, Tûnis, Misir, Megrib û Cezayîrê bixebite. Qirkirina li dijî Suryan û Ermnan hemû gelên Rojhilata Navîn eleqedar dike. Konferans sîstema hevserokatî li Rojhilata Navîn esas digire."