Konferansa Ciwanan: Tecrîd li dijî gelên Rojhilata Navîn e

Delgeyeyên ku tevlî Konferansa 2'yan a Rojhilata Navîn Ciwanan a li Kobanê bûne li dijî tecrîda li ser Ocalan bi çar zimanan daxuyanî dan û gotin, ''Tecrîd di şexsê Ocalan de li dijî gelan tê kirin''.

Delegeyên ku tevlî Konferansa 2'yan a Rojhilata Navîn a Ciwanan bûne, di roja dawî ya konferansê de ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çar zimanan daxuyanî dan.

Di konferansê de ya ku li gel çar parçeyên Kurdistanê, ji Iraq, Urdun, Libnan, Filîstan, Libya, Ermenîstan, Misir, Tirkiye, Tûnis, Yemen, Efganîstan, Bakurê Sûriyê û Sûdanê 300 delegeyên ji gelên cuda hazir bûn, bi daxuyaniyekê hate gotin tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de ya ku bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Sûryanî hate dayin, hate gotin gelên herêmê tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û tecrîd di şexsê Ocalan de li ser gelên herêmê hatiye danîn.

Di daxuyaniyê de çalakiyên ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, hate slavkirin û hate goitn, ''Li dora ramanên Rêber Apo îro em li cem hev in û konferansa ku li vir me li dar xistiye jî berhema wê felsefeyê ye. Ramanên wî ji bo çareseriya krîza Rojhilata Navîn rêya yekane ye.''

Di daxuyaniyê de bi domdarî wiha hate gotin: ''Her çendî planên ku bi dîlbgirtina Rêber Ocalan û bi tecrîdê li ser Rojhilata Navîn têne danîn dîsa bi felsefeya Ocalan bi giştî hatibin pûçkirin jî, em azadiya fizîkî ya Ocalan ji bo dahatuya herêmê pir hewce dibînin.''

Delegeyên konferansê gotin armancên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojhilata Navîn bi hêza pêşeng a ciwa û jinan wê werin pûçkirin.