Şervanên QSD’ê bi sedan sivîlên din jî rizgarkirin

Şervanên QSD’ê li gundê Baxoz ê Dêra Zorê bi sedan sivîlên din jî rizgar kirin ku di nava wan de jin û zarok jî hene.

Di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de, her ku diçe dor li çeteyan tê girtin. Îro şervanên QSD’ê bi sedan sivîlên din jî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir.

Îro ji aliyê ‘tîmên taybet’ ên QSD’ê ve bi sedan sivîl ku di nava wan de malbatên çeteyên DAÎŞ’ê jî hene rizgar kirin.

Li aliyê din li gorî agahiyan li herêmê hê jî bi sedan sivîl hene.

Îro serê sibê şervanên QSD’ê li gundê Baxozê 40 qamyûn ku piraniya wan jin û zarok tê de bûn ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin û birin herêmên biewle bicih kirin.