Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê li Meclîsê komîsyon bê avakirin

Gulistan Kiliç Koçyîgît got, “Wê Meclîs dest bi betlaneyê bike lê hewce ye ev komîsyon tavilê bê avakirin. Divê Meclîs havînê jî bixebite û tavilê hemû amadekariyên qanûnî yên bo sala nû bên kirin û di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire.”

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclîsê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît, di serî de nerazîbûn nîşanî operasyonên girtin û binçavkirinê yên li dijî şaredarên CHP’î da û got ku desthilatdarî hewl dide gel ceza bike û xwest ev operasyon bên bidawîkirin.

DIVÊ ZEM BÊ KIRIN

Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku mûçeyê kêmtirîn ê li welat niha 22 hezar û 104 TL ye û nêzî 4 milyon teqawid bi 14 hezar û 469 TL’an debara xwe dikin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, bang li desthilatdariyê kir ku ji bo mûçeyê kêmtirîn zem were kirin.

BANGA RAWESTANDINA ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ KIR

Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi domdarî bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê da û bang li cîhanê, Tirkiyeyê û Meclîsê kir ku li dijî vê qirkirinê dengê xwe derxînin.

‘DIVÊ DEMILDEST KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN’

Gulistan Kiliç Koçyîgît Nûman Kurtulmuş ku dîsa weke Serokê Meclîsê hate hilbijartin pîroz kir û got: “Ev peywir di heman demê de peywireke mezin dixe ser milê birêz Kurtulmuş. Ji ber ku em di pêvajoyeke dîrokî de ne û ew jî bi berpirsyartiyeke dîrokî rû bi rû ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, berpirsyartiyeke dîrokî li ser milê Meclîsê ye.

Peyamên birêz Kurtulmuş ên di dema serdanên partiyên siyasî de em girîng û biqîmet dibînin. Em li gel gotinên wî yên ji bo pêvajoyeke eşkere û bitendurist in. Lewma jî divê Meclîs zêdetir bêdeng nemîne. Em bêdengiya Meclîsê û paşguhkirina wê qebûl nakin. Divê kesek betlaneyê weke hincet nîşan nede.

Wê Meclîs dest bi betlaneyê bike lê hewceye ev komîsyon tavilê bê avakirin. Divê Meclîs di tevahiya havînê de jî bixebite û tavilê hemû amadekariyên qanûnî yên bo sala nû bên kirin û di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire. Di vê çarçoveyê de hewceye komîsyoneke ku hemû partiyên siyasî beşdar dibin were avakirin. Em bang li hemû partiyên siyasî û derdoran dikin ku piştgiriyê bidin pêvajoya avakirina komîsyonê. Divê avakirina komîsyonê neyê taloqkirin û em berpirsyartiya xwe ya ji bo civakê pêk bînin.”

'HEVDÎTINÊN ABDULLAH OCALAN BI DERDORÊN CUDA RE WÊ SÛDEWER BE '

Gulistan Kiliç Koçyîgît pirsên rojnamevanan bersivand. Ji bo pirsa “Gelo dê nûnerên AKP û MHP’ê biçin serdana Îmraliyê yan na?” wiha got: “Ma çima nebe? Em dixwazin ku hemû partiyên siyasî teqez biçin Îmraliyê, bi birêz Ocalan re nîqaşê bikin û nêrînên xwe yên têkildarî çareseriya demokratîk û aştiyê parve bikin. Birêz Ocalan dixwaze bi derdorên cuda re, bi rewşenbîr, nivîskar û jinan re hevdîtinê bike. Partiyên siyasî yên cuda dixwazin bên gel hev û vê pêvajoyê yekser û bênavbeynkar nîqaş bikin. Li gorî me ev yek dê ji bo pêvajoya heyî gelek sûdewer be. Li pêşiya çûna Îmraliyê ya partiyên siyasî tu astengî nînin. Divê Wezareta Edaletê yekser pêşiya vê veke. Ev yek dê ji bo aştî û pêvajoya Tirkiyeyê sûdewer be. Hevdîtinên aktorên Kurd, derdorên Kurd ên bi birêz Ocalan re jî dê gelek sûdewer be. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên bi birêz Talabanî, birêz Barzanî, birêz Ebdî û derdorên din re gelek girîng e. Jixwe birêz Ocalan ev daxwaza xwe anîbû ziman.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji bo pirsa têkildarî hevdîtinên bi partiyên siyasî re û nêrîna wan a têkildarî avakirina komîsyonê jî ev bersiv da: “Hemû partiyên siyasî dibêjin ‘Divê komîsyonek were avakirin.’ Di vir de têkildarî şêweya komîsyonê nîqaş hene. Lê belê ji bo esasê tu nerazîbûn nînin. Li gorî ev nîqaşên ser usûlê jî bi hevdîtinên birêz Kurtulmuş dikare were çareserkirin. Her kes dibêje pêdivî bi komîsyonê heye. Ev ji bo me gelek girîng e. Em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de mutebeqeteke berfireh heye.”