QSD: 1300 çeteyên DAÎŞ’ê xwe radest kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan jî di nav de hezar û 300 kesî xwe radestî QSD’ê kirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ve hate kirin, ev tişt hate gotin: “Di operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Baxozê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li nuqteyên dawî, hezar û 300 çeteyên DAÎŞ’î û malbatên wan xwe radest kirin.”

Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya ber bi Baxozê ve dewam dike.