Xezeba Zeytûnê: Teqîna li Babê hêzên me pêk aniye

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnan ragihand ku çalakiya li bajarê Babê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê hatiye kirin, şervanê wan pêk aniye. Odeyê ragihand ku wê çalakiyên wan ên tolhildanê yên li dijî dagirkeran bidomin.

Di saetên danê nîvroyê de li nêzî Qada Metro ya Babê teqînek pêk hatibû. Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke nivîskî teqîn li xwe girt. Odeyê diyar kir ku wan bi teqînê çeteyên artêşa Tirk a dagirker kirine hedef.

Odeya Çalakiyan ragihand ku di teqînê de 3 çete mirine, 2 çete jî birîndar bûne. Odeyê bibîr xist ku dibe hejmara kuştiyan jî zêde bibe.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê da nîşandan ku çalakiyên wan ên tolhildanê yên li dijî kesên destê wan dixwîna gelê Sûriyeyê de heye wê bidomin.

Odeyê diyar kir ku heta xaka Sûriyê ji komên terorîst û artêşa Tirk were rizgarkirin wê çalakiyên wan bidomin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Di 14’ê Adara 2019`an de komek girêdayî me li bajarê Babê dewriyek leşkerî ya çeteyên dagirkeriya Tirk bi motorsîklêtek bombebarkirî kirin hedef. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Dibe ku hêjmara kuştiyan zêde bin. Eger me agahî li ser hejamar kuştiyan wergirt em ê bi we ra parve bikin.

Em ji gelê xwe yê ku bi darê zorê ji xaka xwe derketine re tekez dikin ku em soza bilindkirina asta çalakiyên xwe didin, heta ku xaka xwe ya dagirkirî ji wan çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk rizgar bikin.”