Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê: Sîxurek hate cezakirin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku wan sîxurekî bi navê Mehmûd Ebû Stêf ceza kirine yê ku li xwe mikur hatiye û gotiye têkiliya min bi îstîxbarata dewleta Tirk heye.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan sîxurek ceza kirine yê ku bi îstîxbarata dewleta Tirk re dixebitî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Şervanên me di demên dawî de asta çalakiyên li dijî dagirkeran bilind kirine. Dewleta Tirk jî ji bo cihê şervanên me tespît bike, ajanan bi kar tîne.”

Ji wan ajanan çeteyê bi navê Mehmûd Ebû Stêf ê ji bajarê Hemayê yê herêma Sehil El-Xab e. Gelek caran hewl da xwe nêzî şervanan bike û wan bixapîne. Lê hate girtin û di lêpirsanê re derbas bû. Di 13’ê Adara 2019`an de li bajarê Ezazê li xwe mikur hat ku di bi îstîxbarata Tirkiyeyê kar dike. Piştî mikurhatina wî ew hat înfazkirin.

Em, Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê wan xayinan hişyar dikin û ji wan re teqez dikin ku hewldanên wan eşkere ne û wê cezayê xwe bigirin. Her wiha em teqez dikin ku çalakiyên me heta ku ji nû ve dadgehên sivîl li Efrînê ji aliyê şêniyên wê yên resen ve werin avakirin wê berdewam bikin.”