Cenazeyê du şehîdan li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê û Hêzên Erka Xweparastinê bi tevlîbûna bi hezaran kesî li Goristan Şehîd Dijwar bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê û Hêzên Erka Xweparastinê bi tevlîbûna bi hezaran kesî li Goristan Şehîd Dijwar bi merasîmekê hatin veşartin.
Li bajarê Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xwepastinê Fadî Hesen û şervanê YPG`ê Şiyar Mihemed (Cegerxwîn Hesekê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê li Dêra zorê şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê hatin wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê yê girêdayî bajarê Hesekê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqetek rêzgirtina şervanên YPJ/YPG’ê û Hêzên Xweparastinê ve destpê kir. Pişre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîza Hisên axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Ezîza got, ew ji bo jiyana azad û wekhev her tim li ber xwe didin.
Yek ji Fermandarên QSD’ê Şiyar Hesekê axivî û diyar kir ku şehîdan ji bo mirovahiyê û jiyana hevbeş canê xwe feda kirin. Şiyar Hesekê soza şopandina rêya şehîdan da û got: “Heta tinekirina hemû hêzên terorîst ên li herêmê em ê şer bikin.”
Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhan Dawid jî got: “Çeteyên DAÎŞ`ê xeteriyê li ser tevahî cîhanê çêdikin, bi saya têkoşîna şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê çete ber bi têkçûnê ve diçin.”
Her wiha di merasîmê de nasnameya şervana YPJ`ê Zîlan Qenber (Roksîn Amed) ku li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, hate eşekere kirin.
Di dawama merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Malbatên şehîdan jî diyar kirin ku ew bi şehadeta zarokên xwe ser bilind in û soza şopandina rêya wan didin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin veşartin.