Welatiyên Qamişlo û Dirbêsiyê li dijî tecrîdê meşiyan

Li Qamişlo û Dirbêsiyê tecrîd hate protestokirin, grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven ve hatin destpêkirin, hatin silavkirin.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê li Çerxerêya Osman Sebrî ya giredayî bajarê Qamişlo kom bûn.

xelkên Qamişlo bi wêneyên Leyla Guven, Nasir Yagiz û çalakvanên greva birçîbûnê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Nivîsên “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye”, “Em ê pergala Îmraliyê bişikînin, bi Rêber Apo re azad bijîn”, “Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk mîsoger bikin” hatin hildan.

Gel bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana Leylayan” li ber navenda NY’ê ya Qamişlo kom bû.

Li wir, bi zimanê Erebî hevseroka navçeya rojhilatê bajarê Qamişlo ya PYD’ê Feyrûşeh Remeden û bi Kurdî jî hevseroka Yekîtiya Mamosteyên a Qamişlo Hevîn Hîbo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ji dema ku Rêber Apo hatiye dîlgirtin heta niha, dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Apo roj bi roj girantir dike. Eşkere diyar dibe ku dewleta Tirk zagonên navneteweyî binpê dike. Ji bo azadiya Rêber Apo rewşa çalakvanên greva birçîbûnê ketiye xeteeyê. Em heta dawiyê piştgiriyê didin grevên birçîbûne.”

Her wiha di daxuyaniyê de bang li saziyên mafên mirovan û hemû saziyên cîhanê hat kirin ku bi lezgînî derbasî vê mijarê bibin û zextê li ser dewleta Tirk bikin da ku daxwaza grevan pêk bîne. Di dawiyê de hate gotin ku civaka navneteweyî ji rewşên grevên birçîbûnê berpirsyar e.

Daxuyanî radestî NY’yê kirin.

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê, ji bo piştgiriya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, hevalên wê yên di çalakiya greva birçîbûnê de û redkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş ji ber Navenda Ciwanan a li navçeyê bi beşdariya hejmareke mezin ji şêniyan û endamên saziyan destpê kir. Beşdaran pankartên bi nivîsên "Bi rêhê berxwedana zindanan em ê komployê têk bibin û em ê bi Rêber Abdulah Ocalan re azad bijîn", wêneyên parlamentera HDP`ê Leyla Guven û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Beşdaran bi sloganên “Na ji tecrîdkirina Ocalan re” û “Bijî berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê”, ji kolanên sereke yên navçeyê ber bi qada azadiyê ve meşiyan.

Paştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Meclîsa Dirbêsiyê Abdullah Şêxika axivî û wiha anî ziman: "Em îro di pêngaveke dîrokî de dijîn ku ew jî pêngava têkbirina DAÎŞ`ê ye. Di demên ku QSD`ê serkeftinan pêk tîne û hemû planên dijminan binpê dike."

Şêxika bal kişand ser ku wek şêniyên navçeya Dirbêsiyê ew ê di piştevaniya Leyla Guven de, hata bidestxistina armanca wê û armanca hemû kesên di çalakiya greva birçîbûnê de, berdewam bin. Abdullah Şêxika di dawiya axaftina xwe de diyar ku armanca Tirkiyê ji tecrîdê, ew e ku derbeyê li fikrê demokratîk ê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên parastina hemû gelan ji bindestiyê bike, bixin.

Di dawiyê de meş bi dirûşmên “Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re” û “Bijî berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê” bi dawî bû.