Li Reqayê cenazeyê şehîdekê hate veşartin

Li bajarokê Keramê ya Reqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl Îsa yê dema li ser erkê bû şehîd ket, hate veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Keramê, nûnerên saziyên sivîl û hêzên leşkerî yên Reqayê cenazeyê şervanê QSD`ê Îsmaîl El-Îsa (Murad Reqa) li Goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê El-Cedîdat veşartin.

Girseya gel cenazeyê şehîd ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Keramê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Sêvdar ya bajarokê El-Cedîdat ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve pêk hat, destpê kir. Piştre endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Ruqeye El-Hemûd, yek ji fermendarên YPJ`ê Jîn Ehmed, endamê HPC`ê Silêman El-Ebid axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku çeteyên DAÎŞ`ê di bargeha xwe ya dawî de, li gundê Baxozê nefsa xwe ya dawîn distînin û gotin: “Ji bo tunekirina hişmendiya DAÎŞ`ê li herêmê hevgirtina gel pêwîst e.” Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî bi dawîbûna axaftinan endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Îbtîsam El-Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata şehîd kir.

Piştre jî Saziya Malbatên Şehîdan nasnameya 7 şehîdên Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşker kir.

Navê şehîdan wiha ne:

Mihemed El-Abdullah (Raêd Keramê), Fadî El-Exres (Agirî), Mihemed El-Hemed (Mihemed), Elî El-Hemûd (Qemer Cewheriye), Telal Mehmûd (Zagros), Xelîl Hesen (Rustem) û Hemed El-Qati (Qendîl Himêrat).

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Ismaîl El-Îsa di nav tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyên silvakirina berxwedana QSD`ê de veşartin.