Bi têkçûna DAÎŞ'ê re plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk jî têk çû

Piraniya çeteyên DAÎŞ'ê yên li Baxozê teslîmî QSD'ê bûn ji komarên Tirkî ne. Xuya ye Tirkiye polîtîkaya bicihbûnê ya Osmaniyan li Sûriyeyê bi rêya kesên ji komarên Tirkî bi rengê 'destpêkê bi cih bibe piştre dagir bike' bi cih tîne.

Di nava DAÎŞ'iyên ku li gundê Baxozê radestî hêzên QSD'ê dibin gelek çeteyên ji komarên Tirkî hene. Herî zêde çeteyên ji Tirkmenistan, Tirkistan a Rojhilat, Ozbekistan, Tacîkistan, Kirgizistan û Azerbaycanê ne.

RÊGEHA ASYA NAVÎN-TIRKIYE-SÛRIYE

Piraniya van çeteyan tevî malbatên xwe tevlî DAÎŞ'ê bûne. Aliyê hevpar ê çeteyan ew e ku hemû jî di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûne. Çete dibêjin, bi malbata xwe re ji Asya Navîn hatine Tirkiyeyê û piştre bi rêya hin şebekeyan derbasî Sûriyeyê bûne. Rêgeha van çeteyan jî balkêş e.

RÊGEHA DAWÎ ÎDLIB Û BAB

Piraniya çeteyên beriya sala 2015'an tevlî bûn di ser Akçakale-Girê Spî û Kîlîs-Cerablûsê re derbasî Sûriyeyê bûn. Beşeke mezin a demên dawî di ser El Raî re derbas bûn. Sala dawî jî piraniya çeteyên tevlî DAÎŞ'ê bûne dibêjin, ew di ser Bab û Îdlibê re tevlî bûne.

BERÊ WAN DAN SÛRIYEYÊ

Çeteyên ji komarên Tirkî naxwazin li ser şebekeyên ku li Tirkiyeyê ew derbasî nava Sûriyeyê kirin agahiyê bidin. Lê tê texmînkirin ku bi rêk û pêk derbasî Sûriyeyê hatine kirin. Piraniya çeteyên teslîm bûn dibêjin, wan li Tirkiyeyê bi hêsanî mafê mayinê stendine û bi destpêkirina şerê Sûriyeyê re berê wan dane Sûriyeyê.

'LI SÛRIYEYÊ, MAL, MILK, HER TIŞT HEYE...'

Me pirsa "Hûn çima hatin Sûriyeyê" ya jî "Li Sûriyeyê soza çi ji we re hate dayin?" li çeteyan kir. Beşeke mezin a çeteyên ji komarên Tirkî gotin, "Ji me re gotin, "Li wir kar heye, zevî heye, mal, milk hene, hûn dikarin bibin xwedî her tiştî." Çeteyan diyar kirin, li Tirkiyeyê şert û mercên wan ên jiyanê giran bû, jiyan buha bû, lewma xwestine derbasî Sûriyeyê bibin.

POLÎTÎKAYA KU JI OSMANIYAN DEWR GIRT

Hebûna ewqas çeteyên ji komarên Tirkî li nava çeteyên DAÎŞ'ê nîşan dide ku Tirkiye dixwaze polîtîkaya bicihbûnê ya ji Osmaniyan dewr girtiye bidomîne û bi rêya vê yekê li herêmê serdest bibe. Ji xwe dema ku şerê Sûriyeyê dest pê kir, Tirkiyeyê bi dengekî bilind got ku ji Heleb heta Mûsil û Kerkûkê herêm di çarçoveya Mîsakî Mîllî de ye.

DESTPÊKÊ BI CIH BIKE, PIŞTRE DAGIR BIKE

Dewleta Tirk ku ji destpêka şer ve bi rengekî vekirî nîşan dide ku ew dixwaze beşek ji axa Sûriyeyê qut bike, ji Îdlib, Efrîn, Ezaz, Cerablûs û heta Babê herêmeke berfireh dagir kiriye. Bicihkirina ewqas çeteyên ji komarên Tirkî li herêmê jî weke polîtîkaya "destpêkê bi cih bike, piştre dagir bike" ya dewleta Tirk tê şîrovekirin ku ev yek ji Osmaniyan dewr girtiye.

Çavdêrên siyasî li ser bicihkirina ewqas çeteyan tevî malbatên wan ên ji komarên Tirkî vê şîroveyê dikin: "Tirkiyeyê xwest ku herêm bi temamî ji aliyê DAÎŞ'ê ve were dagirkirin. Piştre mîna li Cerablûs, Bab û Ezazê di bin navê 'têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de' herêmê dagir bike û li ser van çete û malbatên wan ên ji komarên Tirkî hatine li ser herêmê bibe xwedî kontrol."

QSD'Ê PLANA WAN TÊK BIR

Lê belê berxwedana YPG/YPJ'ê ya li Kobanê, piştre jî derbên ku QSD'ê li DAÎŞ'ê xist û gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DAÎŞ'ê paqij kir, bû sedem ku ev plana Tirkiyeyê têk biçe. Tê şîrovekirin ku dewleta Tirk di şerê Kobanê de dît ku DAÎŞ wê têk biçe, lewma di civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK) a 30'ê Cotmeha 2014'an de şerekî topyekûn li dijî Kurdan ragihand.