Cenazeyê Endamê Hêzên Xweparastinê Elî hate veşartin

Welatiyên Dêrik, Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê endamê Hêzên Xweparastinê Etallah Elî bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hêram Dêrik, navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê, bi tevlîbûna endamên Hêzên Xweparastinê , şervanên YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê cenazeyê endamê Hêzên Xweparastinê Etallah Elî ku dema li Til Koçerê bi erka xwe radibû şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û bi tevlîbûna Hêzên Asayîşê, endamên Hêzên Xweparastinê, şervanên YPG û YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxsitin. Piştre yek ji fermendarên YPG`ê Şengal Til Koçer axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Şengal Til Koçer soza şopandina rêya şehîdan.

Endamê Hêzên Xweparastinê yê Til Koçerê Salim Îbrahîm axivî û got: "Ji bo şikandina her êrîşekê li ser ewlehiya herêmê em ê bibin, mertal û bê teredud em ê destkeftiyên bi keda şehîdan hatine bidestxistin biparêzin."

Endamê rêveber ê Meclisa navçeya Til Koçerê Zahid Mihemed jî axivî û destnîşan kir ku şervanan ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê destanên lehengiyê û fedakariyê nivîsîne.

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê endamê Hêzên Xweparastinê Etallah Elî li goristanê veşartin.