Şerê dijwar li Baxozê diqewimin

Şervanên QSD’ê li Baxozê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên xwe radest nakin, ji nû ve dest bi operasyonê kirin.

Operasyona şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li gundê Baxozê ya Hecîn a xwe radest nakin, dewam dike.

Piştî hezar û 500 2 hezar çete li gel malbatên wan xwe radestî kirin û QSD’ê kirin û şûnde, li ser xwe neradestkirin hinek çete ku piranî biyanî ne şer ji nû ve li herêmê dijwar bû.

Operasyona şervanên QSD’ê ya li bakur, rojhilat û başûr rojhilatê herêmê ya li dijî çeteyan dewam dike. Di şerê çekên giran hatin bikaranîn de, li nêz jî şerê sing bi sing dewam e.

Şervanên QSD’ê yên ku ev du şev in operasyonê didomîne, hemû malên li gund ji destê çeteyan standine, çete li deverekî ten ku tunel lê hatine çêkirin asê mane.

Ji bo veguhastina DAÎŞ'iyên teslîm bûn û malbatên wan QSD'ê 9'ê Sibatê navber dabû operasyonan û heta 1'ê Adarê zêdeyî 12 hezar kes ji herêmê derxistibû. Lê belê hin çeteyan qebûl nekirin teslîm bibin ku piraniya wan biyanî ne, tevî malbatên xwe biryar dan ku şer bikin. Ji ber vê yekê jî hêzên QSD'ê 1'ê Adarê saet 18'an ji sê baskan ve li herêmê dest bi operasyonê kirin.

Di operasyonê de ku şerekî dijwar qewimî, ji aliyekî ve çeteyên teslîm bûn bi rêya korîdorekê ji herêmê hatin derxistin.

Şervanên QSD'ê ji êvara 4'ê Adarê heta êvara 10'ê Adarê nêzî 9 hezar kesên din ji herêmê derxistin.

Ji ber ku çeteyên DAÎŞ'ê yên li gund man bi fuze û doçkayan êrîşî çeperên QSD'ê kirin, şervanan 10'ê Adarê ji nû ve dest bi operasyonê kirin.

Di operasyona du rojên dawî de 15 nuqteyên herêmê ji çeteyên DAÎŞ'ê hatin paqijkirin û çete tenê li herêmeke ku tunel lê kolane asê mane.

Di destê DAÎŞ'ê de tenê herêmek maye ku dirêjahiya wê 700 metre ye, firehiya wê jî ji 300 heta 400 metreyî ye.

Fermandariya QSD'ê îro serê sibehê careke din bang li çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêmê kirin ku teslîm bibin.