'Me zanîbûn ku wê zarokên me bi ser bikevin'

Malbatên şehîdan ên li Qamişloyê diyar kirin, ew bi zarokên xwe serbilind in ku DAÎŞ qedandine û gotin, wan timî bawer dikin ku zarokên wan wê bi ser bikevin.

Qamişlo bajarek e ku li her eniyê û ji her gelî şehîdên xwe hene. Saziya Malbatên Şehîdan jî nîşaneya vê yekê ye.

Ji Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişloyê malbatên şehîdan ji ANF'ê re axivîn. Şehnaz Emîn Hesarî dayika Şehîd Delîl e. Hesarî berxwedana greva birçîbûnê silav kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven pêşengiyê jê re dike û diyar kir ku Ocalan wê teqez azad bibe. Hesarî ji bo şervanên YPG û YPJ'ê yên li Dêra Zorê şer dikin got, "Em dayik gelekî deyndarê we ne. Em, dayikên şehîdan û jinên Kurd, me dixwest bi we re li çeperên şer cih bigirin û tola zarokên xwe hilînin. Em minetdar in ji ber ku we li dijî hevkarê Erdogan DAÎŞ'ê şer kirin û hûn bi ser ketin. Ji bo me zehmet jî be ku me perçeyek ji canê xwe şehîd dane, em kêfxweş û serbilind in. Em xaka xwe azad dikin û ji vê yekê jî ti carî poşman nînin."

YÊN BI SER DIKEVIN GEL IN

Yakûp Davût ku bavê şehîdekî Suryanî ye, kurê wî Cûdî Suryan dema li Hesekê di nava yekîneyek eewlekariya navxweyî ya Sotoro de dixebitî şehîd bû. Davût diyar kir, serketiyê pêngava Dêra Zorê gel in û got, "Gelan bi hev re serketineke mezin bi dest xistin." Davût xwest, dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn.

HEVSER Û ZAROKÊN WÊ LI ENIYÊ BÛN

Yazî Hesan Beddal ji Qamişloyê ye. Hevserê wê Berxwedan di Pêngava Til Berakê de şehîd bû. Beddal got, "Tevî ku di Pêngava Til Berakê de hevserê min hebû, 3 zarokên min jî li eniyê bûn. 2 zarokên min li Til Hemîsê, yek jî bi bavê xwe re li Til Berakê di pêngavê de bûn. Destpêkê ji min hebû ku zarokên min şehîd bûne. Hemû hatin malê û min fêhm kir ku tiştek bi wan nehatiye. Piştre min bihîst ku hevserê min şehîd bûye.

TOLA WÎ HATE HILANÎN

Piştî merasîmê û oxirkirina mêvanan kurê min ê mezin soz da ku wê tola bavê xwe hilîne û vegere pêngavê. Li cihê ku bavê wî lê şehîd bû, tola wî hilanî. Til Berak hate azadkirin. Heta ku gelê Kurd xwedî zarok, xwişk û birayên şehîdan be, wê timî bi ser bikeve. Serketin a me hemûyan e û bi ronahiya fikir û felsefeya Rêber Apo heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser şopa şehîdan bin."

'ME ZANÎBÛN KU WÊ BI SER BIKEVIN'

Cihê gelê Ereb ê li nava vê şoreşê ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Eydan El'efîn di vê oxirê de kurê xwe Ehmed Eydan şehîd daye. Eydan El'efîn diya rkir ku têkoşîna 8 salan bi saya şehîdan bi pêş ketiye, gihîştiye serketinê û got, "Ehmed sala 2016'an li gundê Hamman El Turmenê şehîd bû. Berxwedana me 8 sal in didome û em ê her tim bidin ser şopa şehîdên xwe. Êdî dawî li DAÎŞ'ê hat. Li Dêra Zorê li gundekî asê mane. Bi navê malbatên şehîdan em serketinê ji hêzên QSD'ê re dixwazin ku nirxên mirovahiyê diparêzin. Me zanîbûn ku zarokên me yên hêzên leşkerî (YPG, YPJ, QSD) wê bi ser bikevin."