Endamê DAÎŞ'ê: Îstîxbarata Tirk bi her tiştî dizane

DAÎŞ'iyekî Tacîk ku li Baxozê hate girtin, li ser pirsa, ''Hûn çilo derbasî  Sûriyeyê bûn?'' got, ''Îstîxbarata Tirk bi van hemû tiştan dizane.''

Têkiliya Tirkiyê û DAÎŞ'ê derdikeve holê. DAÎŞ'iyekî ku ji hêla Hêzên  Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li Baxozê hatî girtin, li ser pirsa, ''Hûn çilo derbasî Sûriyeyê bûn?'' got, ''Îstîxbarata Tirk bi van hemû tiştan dizane.''

Endamê DAÎŞ'ê yê Tacîk ê bi navê Ebû Smaîl Tacîkî li ser pirsa, ''Hûn çilo derbasî Sûriyê bûn?'' bi Tirkiyeke rast dibêje, ''Îstîxbara Tirk bi van hemû tiştan dizane.''

ÎSTÎXBARATA TIRK BI HER TIŞTÎ ZANE

Îbrahîm Fethûllah ku navê wî yê li nav DAÎŞ'ê Ebû Smaîl Tacîkî ye, dibêje piştî ku salekê li Stenbolê dijî beriya bi 4 salan diçe Sûriyeyê, pêşî diçe Dîlokê, ji wir derbasî Cerablûsê dibe û li ser pirsa, ''kê hûn anîne vir?'' dibêje, ''Îstîxbarata Tirk bi van hemû tiştan dizane. Dema ku me sînor derbas dikir, jandarmayan berê xwe didane aliyekî dî. Em bi rengekî normal, li pişt me çente ji sînor derbas bûn. Jandarma jî li wê derî dinerîn.''

DEWLETA TIRK ÇILO NIZANE

Endamê  DAÎŞ'ê dibêje dema ku li Dîlokê ji bo ku derbas bibe li benda rê bû, îstîxbaratê lêpirsîna wî kiriye, piştre ew berdaye û Tirkiye hay ji her tiştî hebû. DAÎŞ'iyê bi navê Tacîkî dibêje, ''Tirkiye dewletek e. Mînak rojekê dema ku ez li Dîlokê bûn, rojekê wesayita îstîxbaratê hat, got, tu li benda çi yî. Min jî got ez li benda yekî me. Çawa pê nizanin.''

Li ser pirsa, ''dema ku hûn ji sînor derbas bûn, leşkeran wiha serê xwe bi we neêşand, we guman ji vê nebir?'' got, ''Niha gumanê jê dibim helbet. Lê wê demê temenê min biçûk bû, min fêhm nedikir.''

'HER TIŞT MALÊ TIRK E'

Li ser têkiliya Tirkiyê û DAÎŞ'ê, endamê çeteyê DAÎŞ'ê got, ''Tirkiye dibêje, ez li dijî Dewletê şer dikim. Baş e, tu şer dikî lê xwarin, malzme her tiştê li xaka Dewletê malê Tirkan e. Ev ne malê Efganîstan, Emerîkayê ye. Hemû yê Tirkiyê ye û ji Tirkiyê dihat.''

'DEMA KU SÎNORÊ ME BI TIRKIYÊ RE HEBÛ, HER TIŞT PIR BAŞ BÛ'

Endamê DAÎŞ'ê Ebû Smaîl Tacîkî dibêje, dema ku DAÎŞ li ser sînorê Tirkiyê xurt bû her tişt pir baş bûye, li ser tevahiya sînor bi rehetî bazirganî dikrin û got, ''Dema ku sînorên me bi Tirkiyê re hebûn her tişt pir baş bû. Telefon, înternet hemû ji Tirkiyê dihat. El Raî heye, cihê li ser sînor. Ew der pi baş dixebitî. Her tişt pir baş bû.''