Li gel rewşa siyasî ya nediyar a li Sûriyeyê, Kurdên li Rojava gaveke dîrokî avêtin. Piştî 'Konferansa Yekhelwest û Yekrêziya Kurdî' ya ku 26'ê Nîsana 2025'an ahte lidarxistin, heyeteke danûsandinan a yekbûyî hate damezrandin ku wê Kurdên li Sûriyeyê temsîl bike.
Ev heyet wê erkê danûstandinê hilgire ser milê xwe û bi rêveberiya Şamê re li ser bingeha mafên destûra bingehîn ên Kurdan hevdîtinan bike.
Yek ji endamên heyetê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ehmed Silêman e. Ehmed Silêman piştperdeya bûyeran û girîngiya pêvajoyê ji Numedya re nirxand.
Silêman anî ziman ku di avakirina heyeta nû de hewldana Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û piştgiriya aktorên navneteweyî yên weke Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Fransayê xwedî roleke girîng bû. Silêman anî ziman ku partiyên Kurd ên girîng ên li Herêma Kurdistana Federe yên weke PDK û YNK'ê jî tevkarî li pêvajoyê kirin.
Li gorî Silêman, ev heyet ji hewldanên beriya niha cudatir sembolîk nîne, kêrhatî ye û got, "Armanca heyetê ne tenê misogerkirina mafên Kurdan li Rojava, her wiha dixwaze mafên rewa yên Kurdan li tevahiya Sûriyeyê misoger bike û vê pêvajoyê jî li ser bingeha destûra bingehîn garantî bike. Lewma di danûstandinan de ji xetên sor wêdetir wê nêzîkatiyeke ku xwe dispêre pêvajoya îqnakirina hev, wê bê nîşandan.
Silêman got, "Endamên heyetê li derveyî cudahiya partiyan a teng, divê karekî yekbûyî ji xwe re bikin esas ku gelê Kurd ê li Sûriyeyê temsîl bikin."
Ehmed Silêman destnîşan kir ku banga 27'ê Sibata 2025'an a Rêber Apo bandoreke erênî ya yekser li Rojava kir û got, "Banga Birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng û dîrokî bû." Silêman diyar kir ku piştî vê bangê helwesta hişt a Tirkiyeyê ya li ser Rojava hinekî lawaz bûye û bi alîkariya koalîsyona navneteweyî agirbest pêk hatiye.
Silêman ragihand ku banga Rêber Apo û agirbestê zextên dihate kirin kêm kiriye û bi dewamî got, "Di helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û QSD'ê de guhertineke şênber tê dîtin."
Silêman destnîşan kir ku DYE, Fransa û koalîsyona navneteweyî êdî ne tenê li rojhilatê Firatê her wiha bandora xwe li ser Şamê jî zêde kiriye û anî ziman ku bi taybetî peymana navbera Mazlûm Ebdî û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmed el Şara nîşan da ku di çareseriya meseleya Kurd de aktorên navneteweyî dikarin roleke çêker bilîzin.
Li ser mîsyona heyeta Kurd jî Silêman got, "Armanca sereke ya heyeta danûstandinan ew e ku di çarçoveya Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk de mafên destûra bingehîn bêne misogerkirin. Li ser vê bingehê ji bo çareserî û lihevkirinek bi Şamê re bê kirin wê hewl bide hemû faktor, şert û mercên pêwîst biafirîne."