Li Kobanê cenazeyê du şehîdan hate veşartin

Welatiyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Bekî (Kendal Kobanê) û cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Îbrahîm Elî li Goristana  Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kobanêcenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Bekî (Kendal Kobanê)  ku di ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû û cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Îbrahîm Elî ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Li Goristana Şehîd Dîcle cenazeyê herdu şehîdan bi merasîmeke leşkerî hate pêşwazî kirin. Ji rêveberên Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Herêma Firatê Deham Derwîş axivî û got; “Di serî de serê malbatên şehîdan û hemû gelê me sax be.”

Piştî axaftinê nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê herdu şehîdan li goristanê veşartin.