Şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê spartin axê

Bi tevlîbûna sedan welatiyên navçeya Til Hemîsê cenazyên şervanê QSD’ê Ebdulbarî Mehyele û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Qusey Ebu li bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê spartin axê.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo û malbatên şehîd Qusey Ebû (Sincar Til Heymer) û Abdulbarî Mehyele (Kadar) ên ku di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ a li bejahiya Dêra Zorê de şehîd bûbûn bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyê şehîdan ji pêşiya Meclîsa Qamişlo wergirtin, bi konvoyekî girseyî ber bi Goristana Şehîdan a Til Hemîsê ve ketin rê. Li goristanê cenazeyê şehîd bi girseyî hate pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîm bi daqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG, YPJ û QSD’ê ve hate kirin destpê kir. Di merasimê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê Til Hemîsê Mihemed Xilyewî û yek ji fermandarên QSD’ê yê ê navçeya Til Hemîsê Ronak Tirbespiyê axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku her du şervan berî ku şehîd bibin dirûşma ‘Bi can û xwîn em bi te re ne ey şehîd’ berz kiribûn.

Di axaftinan de şervanên li eniyên şer silav kirin.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan di nava tilîliyan de spartin axê .