QSD: Di 24 saet an de 43 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saet ên dawî ya ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir. QSD ragihand ku di nava 24 saet ên dawî de li Baxozê 43 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û encamên şerê 24 saetên dawî li gundê Baxozê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 4 şervanên wan jî di şer de şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî bargehên çeteyên DAÎŞ’ê li bajarokê Baxozê didomîne. Di gel şerê dijwar bi çeteyan re şervanên me pêş ve diçin. Şervanên me hemû cûre çek bi kar anîn û nuqteyên nû ava kirin. Çeteyan xwestin êrîşî nuqteyên şervanên me bikin, lê şervanên me bersiv dan û êrîş şikandin û gelek ji wan kuştin û birîndar kirin.

Li eniyekî din, şervanên me li dijî bargehên çeteyan çalakî pêk anîn, li ser vê yekê şerê  dijwar derketin. Di şer de hejmarek mezin ji çeteyan hatin kuştin, her wiha hêzên me hin nuqteyên din ava kirin. Di heman demê de balafirên Koalîsyona Navdewletî bargeh û kombûnên  çeteyan kir hedef.

Şervanên me li dijî bargeh û kombûnên çeteyan çalakî kirin, di encamê de şerê giran qewimîn. Di şer de 43 çete hatin kuştin. Li ser vê şikandinê, çeteyan êrîşên xwekujî pêk anîn, 8 êrîşkaran xwe li nêzî bargehên me teqandin, di encamê de 4 şervanên me şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn."