Newroz Ehmed: YPJ hem şer kir û hem  jî xwe afirand

Yek ji Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed, got YPJ dema ku li dijî DAÎŞ'ê şer dikir ji hêlekê ve xwe diafirand û ji hêlekê ve mêr vediguherand.

Endama  Fermandariya Giştî ya YPJ'ê û QSD'ê Newroz Ehmed behsê kir bê ka YPJ li dijî rêxistina herî hov a cîhanê DAÎŞ'ê bi kîjan motîvasyonê şer kir, di şer de jinan çi zehmetî jiya û şervanên mêr jî di vê pêvajoyê de çawa veguherand.

'NÊZÎKTÊDAYINA JINAN HÊZ DA ME'

Ehmed got YPJ hêzeke nû bû, ne xwedî tecrûbeyeke wiha zêde bû, ji terûbeya berê ya civakê destpêkê sûd wergirt û xwe li ser wê ava kir. Ehmed bi berdewamî got DAÎŞ bi rengê ku weke hêzeke herî hov, xwe li hemû cîhanê rêxistî û her ku diçû mezintir dibû û kesî nikarîbû xwe li ber bigire dida naskirin û YPJ jî dema ku li dijî wê rawestiyan gav bi gav tevlî nav şer bûn, pê re pê re YPJ zêdetir xwe nas kiriye, li gorî vê rêxistiniya xwe kiriye û wiha, bi her destkeftiya nû re, li ser hîmekî qeyîm rêxistiniya xwe kiriye û got, ''Bi vî rengî, meşeke xurt hate kirin. Raza serkeftina me hinekî di vir de ye.''

Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed got ew neketine nav wê fikra ku mêr tevlî çi dibin divê ew jî tevlî wê bibin, li gorî hêza xwe rêxistiniya xwe kirine, piştre rêxistiniya xwe mezin kirine û tim xwe ava kirine. Ehmed got, ''Em bi hêza xwe tevlî hemû pêngavan bûn. Vê jî kir ku gav bi gav em bi xwe bawer bin. Helwesta pêşwazkirina civakê nexasim a jinan moralekî zêde dida me. Dema ku em tevlî pêngavan dibûn, li cihên ku em diçûnê gel û jinan dema ku şervanên jin didîtin pir xweş pêşwazî dikirin. Malên xwe vedikirin, dibirin cem xwe û weke ku zarokên wan bin li wan dinerîn.''

Ehmed got, ''Li gel ku me nedixwest jî gelek jinên bi zaro tevlî nav YPJ'ê bûn. Ji ber ku ji bo xwe rêya azadiyê di nav YPJ'ê de dîtin.''

'ŞEHÎDÊN ME BERPIRSYARIYA ME ZÊDE KIR'

Ehmed li ser nêzîktêdayina şervanên YPJ'ê got, ''Gelek hevalên me bi rengekî fedaî xwe tevlî kirin, pêşengî kirin. Xeyala gelê me bû ku rojekê azad bibin, zarokên vî gelî jî mîna yên din wê azad bibin, jiyaneke bê êş, bê birîndarî û bê mirinê bijîn. Lê gelek hevalên me di vê rê de şehîd bûn. Bêdudiliyekê, ji bo ku civaka me û jinan biparêzin bedana xwe li pêşî dijmin kirin sîper. Ev jî berpirsyariyê li me bar dike û hêzê dide me.''

Hevalên me yên jin heta kêliya dawî jî bi lîlandinan bi ser dijmin de çû, gotin, ''heta ku em bijîn dijmin nikare têkeve xaka me'', vê biryardariyê em zêdetir li hev asê kirin. Her kesî ev bi çavê xwe dît û ev jî bû sedem ku her hevala me dîsa soz bide û xurt bibe. Kir ku em bifikirin bê ka em ê berpirsyariyên xwe çawa zêdetir bi cih bînin.''

ME XWE BI ŞER AVA KIR

Ehmed got YPJ hêzeke ciwan e, ji jinên ciwan pêk tê û gelek şervanên wan cara pêşî şer dikirin, pir zorî dikişandin lê her şervaneke wan tecrûbeya ku ji şer standin didan hev, ew bi hev re rê ve dibirin û gelek hevalên nûbûna xwe ji bo xwe weke astengekê nedîtin û bi moral û çoşiyeke mezin xwe tevlî nav şer dikirin.

Ehmed got, ''Bêyî ku zêde li ser şer hûr bibin tevlî nav şer bûn û di nav şer de bûne xwedî tecrûbe.  Li gel ku cara pêşî tevlî nav şer dibûn jî mîna hêzeke jinê bi wêrekiya xwe pêşengî ji yên din re kirin.''

NÊZÎKTÊDAYINÊN ŞERVANÊN MÊR

Yek ji Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed li ser nêzîktêdayinên şervanên mêr jî got, destpêkê dema ku li cem xwe jin didîtin, ew jinedîtî ve dihatin, nedixwestin ku pir tevlî bibin, zêde li fikra hevalên jin nedipirsîn, dema ku dihate gotin, ''Bila hevala jin jî bi te re were' gelek şervanên mêr tercîh dikirin ji jinê bêhtir mêr werin, hişmendiyeke wan a wiha hebû.

Ehmed bi domdarî got hinan jê jî ji hêla gewherî ve qebûl nedikir lê zêde tişt nedigotin, lê mantiqê wan ew bû ku mêr bidin pêş, dema ku li fikir dipirsîn li fikra mêr dipirsîn, mêr dişandin karê zehmet.

Ehmed got, ''Dema ku hevaleke jin talîmat dida, lê nedihistandin, qebûl nedikirin, hinan jî ev rasterast nedigotin lê bi pratîkê guh nedidan. Gelek nêzîkatiyên wiha yên qebe hebûn. Lê bi demê re ev nêzîktêdayin guherîn. ''

'NE XURT BÎ NIKARÎ LI SER PIYAN BIMÎNÎ'

Ehmed bi domdarî got di pratîkê de, bi ked û berdêlên mezin hewl dane ku van nêzîkatiyan li pey xwe bihêlin, heq ji wan derkevin, pêdivî bi têkoşîna vê hebû û dawiyê diviya hêza jinê bihatana dîtin. Ehmed wiha domand, ''Ji her alî ve divê mirov xwe bîrewer bike, xurt bike û vê deynî holê. Ango em xwe diafirînî û hem jî têdikoşîn. Zehmetiyên têkoşîna jinê zêdetir in.''

Ehmed wiha domand, ''Heke tu ne xurt bî, ne bîrewer bî ne dikarî li ser piyan bimînî, ne jî şer bikî. Em dizanin bê ka mêr çawa çek û tundiyê bi kar tîne. Lê em vê tercîh nnakin. Ji vî alî ve, tu weke fermandareke jin hem divê hişmendî, teknîka şer a hevalên jin perwerde bikî û hem jî li dijî nêzîktêdayinên bi hişmendiya zilamê serwer têbikoşî. Ango hem xwe û hem jî hevalê xwe çêdikî û hem jî li dijî giştî têdikoşîn û wan jî çêdikî.''

'VEGUHERÎN MORALÊ DIDE ME'

Newroz Ehmed wiha axivî: '''Yek ji tişta ku me pir şad dike ew e ku me tişta ku têkoşîna jinê veguherandî dît. Ango ne xeyalek e an jî ne gotinek, roj bi roj tu vê veguherînê dibînî. Helbet, ev hêzke mezin dide me.

Me ev guherîn, li gel şervanên mêr ku me bi hev re şer dikir û li cem hêzên din jî dît.  Me dît ku hevalên mêr di tevlêbûna nav şer de, di şêwaza şer de, di rabûn û rûniştina xwe de guherîne.

Tevêbûna jinan a li şer û helwesta wan a rêxistinî li gel xwe guherîneke mezin anî. Em ji hêla hevalekî mêr ku nû ji mala xwe hatî, nû bûyî şervan bifikirin, piştî bi çend saetan, çend rojan vê guherînê mirov dibîne.''


'ARMANCA ME EM CIVAKEKE NÛ AVA BIKIN'

Ehmed li ser armancên YPJ'ê wiha dibêje: ''Armanca me ya ji têkoşînê ya ku di rexneyan de, di perwerdehî û nîqaşan de me dayî, ne tenê ew bû ku em çeteyan bikujin û wan ji xaka xwe paqij bikin. Helbet, ev peywira me bû. Di serî de hêzên me yên jin, yek ji peywira sereke ya hemû hêzên me ew bû ku em civakeke nû ava bikin. Tenê wê demê mirov dikare bibêje,''hişmendiya heyî têk çû.''

'EM DIXWAZIN ÇAPEMENIYA CÎHANÊ ME RAST BIDE NASKIRIN'

Ehmed got ew li ser xaka xwe têkoşîna bûneweriyê didin, ji bo hebûn û vîna xwe şer dikin, ew naxwazin ku weke hêzên din bi kincên xwe, bi makyajan mîna markayan di medyayê de werin nasîn û derkevin pêş û got, ''Em tiştekî wiha layiqî xwe nabînin û rast nabînin. Jixwe dema ku jinê xwe nas kir, xwe ava kirin, bala her kesî dikişîne ser xwe. Em bi vê baweriyê ne û bi vê fikrê nêzîk dibin.''

Ehmed wiha domand, ''Rast e, derfeta her kesî tine ku were vir û vir bibîne. Ji bo vê jî girîng e ku mirov vê têkoşînê û hêza me li ser çapemeniyê rast bide naskirin. Li vir beriya her tiştî ji bo hemû jinên cîhanê, ji bo hemû mirovahiyê şer hate kirin. Ji bo vê jî girîng e ku rastiya vê têkoşînê were dayin.''

Ehmed diyar kir ew dixwazin tecrûbeya xwe bi hemû cîhanê re par ve bikin, lê hin derdor tenê weke amûra propagandayê dixwazin bi kar bînin an jî weke xwe vedibêjin û got, ''Em naxwazin ku ev mîna reklamê were bikaranîn Helbet peywira me ye ku em YPJ'ê bi cîhanê bidin naskirin û em têkoşîna vê didin. ''

Ehmed herî dawî got, ''Em dixwazin hêza li vir a jinê, têkoşîna li vir, çapemeniya cîhanê ne li gorî xwe, ne bi rêbazên siyasî an jî armancên din, li gorî rastiya li vir em dixwazin were dayin.''

XAZIYÊN ŞER

Li ser xaziyên YPJ'ê jî yek ji Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed got, gelek hevalên wan di şer de bûne xazî, seqet bûne, ev jî berpirsyariyeke li ser wan , heke derfetên baştir ên tedawiyê hebin wê baş bibin, an jî ji bo ku zêdetir bikaribin tevlî nav jiyanê bibin, peywirên xwe yên jiyanî ji bo ku baştir bikaribin bi cih bînin tişta ku divê were kirin berpirsyariya wan e û got, ''Ji bo ku em van haevalan tevlî têkoşîna piştî niha bikin, em dixebitin. Em hewl didin ku tedawiya wan bikin. Lê derfetên me kêm in.

Ehmed diyar kir hêzên ku ew bi hev re li dijî DAÎŞ'ê şer dikin di vê mijarê de heta niha ti destek nedane wan, herî pir ev alî zorê li wan dike û diyar kir, bi taybetî rewşa jinan di vê hêlê de zortir e û got, ''Ji bo hewcehiyên van xaziyên me ji vê hêlê ve werin bicihanîn, derfetên malabatan jî têrê nakin, derfetên me jî ji vî alî ve kêm in.''