Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Şêrawa bombebaran kir
Îro danê nîvro dewleta Trik û çeteyên wê bombe li gundê Zoret û Sîxonekê yên navçeya Şerawa ya Efrînê barand.
Îro danê nîvro dewleta Trik û çeteyên wê bombe li gundê Zoret û Sîxonekê yên navçeya Şerawa ya Efrînê barand.
Dewleta Tirk û çeteyên wê îro bi hawanan gundê Zoretê bomebaran kirin û di encama bombebaranê de 4 kes birîndar bûn û ji wan birîndaran jinekê temen mezin ya bi navê Sadîka Henen e. Li aliyê din zirarekî mezin gihişte welatiyan.
Welatî Remadan Hesen destnîşan kir ku di bombeberana dewleta Tirk û çeteyên wê de zirar gihiştiye hinek Ereb û malên wan.
Li aliyê din 5 bombe li gundê Sixonekê ketin. Li gorî agahiyên ANF’ê ji herêmê bidestxistî wesayîta çeteyên dewleta Tirk li Gundê Kîmarê ya Şêrawa hate rûxandin û hejmara kuştî û birîndaran nehate testpît kirin. Li aliyê din heta niha tu hêzan çalakî li xwe ne girtiye.