Li Kobanê ji bo du şehîdan merasîmeke bi heybet

Li kantona Firatê ji bo şervanê Hêzên Komandos Rêbez Aşmê û şervanê QSD’ê Abû Qasim El Reqawî ku di dîrokên cuda de şehîd bibûn merasîmeke bi heybet hate lidar xistin.

Bi sedan şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke bi heybet şervanê Hêzên Komandos Rêbez Aşmê (Mihemed Hemo) ku di 9`ê Hezîrana 2025`an de li Kobanê, her wiha şervanê QSD`ê Abû Casim El Reqawî (Ebdilqadir Şêx Osman) ku di 10`ê Hezîrana 2025`an li Reqayê şehîd bibûn, oxir kirin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir û endama Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Miho sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Bedîa Miho, diyar kir ku şehîd ji bo gel û axa xwe têkoşiyan got: "Şehîd Rêbaz û Abû Casim El Reqawî bê dudilî ji bo ku axa xwe û gelê xwe ji dijminê hov biparêzin her tim têkoşîn kirine. Divê em jî xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û rêya wan bişopînin.”

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Mehmûd, jî destnîşan kir ku ew ê her tim xewn û xeyalên şehîdên xwe bişopînin û soza şopandina rêya şehîdan nû kir û got: "Şehîd Rêbaz û Abû Casim El Reqawî her tim ji bo parastina axa xwe têkoşiyan. Şehîdên me xwedî dilên pak in û her tim ji bo azadiya gelê xwe li ber xwe didan. Em ê jî wek Meclîsa Leşkerî her tim şopdarên şehîdên xwe bin û em careke din soza xwe ji bo têkoşîna heta serkeftinê nû dikin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbata wan kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.