'Bi hêrsa 12'ê Adarê gund û bajar tên rizgarkirin'

Endama Rêveberiya KJK'ê Viyan Efrîn got, "Çawa ku 12'ê Adara 2004'an bi dehan ciwanên Rojava bi destê rejîma Baasê hatin şehîdxistin, îro jî bi hezaran keç û xortên Rojavayî rojane gund û bajarên xwe rizgar dikin û tolê hiltînin."

Endama Rêveberiya KJK'ê Viyan Efrîn bi wesîleya salvegera 15'an a Komkujiya Qamişloyê ji ajansa me re. Efrîn destpêkê êrîşên rejîma Baas ên di 12'ê Adara 2004'an de li ser gelê Kurd weke komployek nirxand û got: "Pêvajoya 12'ê Adara 2004'an ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê pêvajoyek nû bû, tê zanîn ku beriya vê êrîşa Rejîma Baas tu bûyerên bi vî rengî rûneda bûn. Mirov dikare êrîşa 12'ê Adarê weke komployek ku beriya êrîşê hatibû pîlankirin binirxîne. Ev êrîşa ku bi rengekî eşkere hate ku hate diyarkirin beriya wê pîlan û amedekariyên wê hatibûne kirin binirxîne. Ji ber di dema lîstka futbolê de nakokî bizanebûn ji hêla rejîmê ve derketin û bû sedema qetilkirina bi dehan ciwanên Kurd hatin şehîd xistin. Çawa diyar bû ku rejîm û hevkarên wê bi hazirî û amedebûn hatibûne qada futbolê, bi rengekî veşartî çek û kevir derbasî qadê kiribûn.”

'DIXWESTIN PIRRENGIYA GELAN DI NAVA RENGÊ XWÎNÊ DE WINDA BIKIN'

Efrîn armanc û pîlanên rejîma Baas ji vê êrîşê û hilbijartina wan ji bajarê Qamişlo re wiha nirxand: "Bajarê Qamişlo ji bo êrîşê bi zanebûn hatibû hilbijartin, ji ber ku Qamişlo cihekî girîng û sitratîjîk e ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û her wiha rejîm jî weke navenda xwe dibînin. Armanca wan ji vê êrîşê û hilbijartina bajarek weke Qamişlo jê ew bû ku Qamişlo weke navend pir gelên Kurd, Ereb, Xiristiyan, Turkmen û hwd di nava xwe de dihewîne, ji bo wê xwestin ku van rengên civaka gelan di nava qirêjahiya xwe de bi rengê xwînê sor bikin û bidine wenda kirin."

'GEL BI ZIMANÊ XWE DAXWAZÊN XWE TÎNE ZIMAN'

Efrîn bi gotina çawa rejîmê zimanê Erebî li ser gelê Kurd dida ferz dikir, gel jî bi wê hêrsê rabûn serhildanê û bi zimanê xwe siyaset û mafên xwe yên rewa xwestin: "Çawa çirûska yekemîn li Bajarê Qamişlo pê ket, gelên Efîn, Şam, Dêrik, Dirbêsiyê û hwd bi slogana 'Qamişlo ne bi tenê ye' destên xwe dane hev û daketin qadan. Di êrîşê de gel armanên êrîşkaran dîtin ku bi vê êrîşê dixwazin çand, dîrok û heya wan ji kokê rakin û wan qir bikin. Çawa di vê komkujiyê de ji 30 ciwanan zêdetir şehîd bûn, di heman demê de bi dehan kes di zindanan de bi êşkenceyan hatin qetilkirin û heya niha jî hîn rewşa pir girtiyan nediyare bê ka çi ji wan hatiye. Mixabin di vî şerê ne merdane de pir kesên giran bûha yên weke Bavê Cûdî, Mamoste Osman, Nazlî Keçel û hwd. ciwan hatin qetilkirin û pir zarok sêwî man. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi hêrsa ku bi salane rejîm êşkence û bêmafiya hemwelatiyê bi wan dide kêşan rabûne ser piyan û doza mafê xwe kirin. Êdî bi serhildanê re daxwazên gel ên ji bo ziman, çand û mafên wan hîn zêdetir daxwaz kirin. Çawa rejîmê zimanê Erebî li ser wan ferz dikir, gel jî bi wê hêrsê rabûn serhildanê û bi zimanê xwe siyaset û mafên xwe yên rewa kirin."

'SERKETIN A AZADÎXWAZAN E'

Herî dawî jî Efrîn bi gotina wê sîstema faşîst têk biçe û sîstema demokratîk bê avakirin dawî li axaftina xwe anî: "Em îro dibînin ku ev serhildan bû sedema hişyariyekê di nav gelê Rojavayê Kurdistanê de, çawa di 12'ê Adara 2004'an de bi dehan ciwanên Rojava bi destê rejîma Baas hatin şehîdxistin, îro bi hezaran keç û xortên Rojavayî rojane gund û bajarên xwe rizgar dikin. Encama ku mirov ji şehîdên me yên ku canên xwe feda dikin û bi xwîna xwe ya zelal xaka welat av didin û ciwanên me yên wêrek mesajek bi vî rengî didine tevahî faşîst û dagirkeran 'Wê sîstema faşîst têk biçe û sîstema demokratîk li şûna wê bê avakirin'."