Çeteyên li Baxozê mane hemû biyanî ne

Piraniya çeteyên ku doh li Baxozê radestî hêzên QSD'ê bûn ji Tirkiye, Tirkmenistan, Tirkistan, Kirgizistan, Tacîkistan, Endonezya, Çeçenistan, Dagistan û Iraqê ne.

Ji çeteyên li Baxozê asê mane, nêzî hezar û 500 kes tevlî malbatên xwe doh teslîmî hêzên QSD'ê bûn. Çeteyên ku bi giranî ji komarên Tirkî ne, tevî hemû bangên çend roj berê hatin kirin teslîm nebûbûn.

Dîmenê veguhastina van çeteyan û malbatên wan ên ji Tirkiye, Tirkmenistan, Tirkistan, Kirgizistan, Tacîkistan, Endonezya, Rûsya, Çeçenistan, Dagistan û Iraqê ji aliyê nûçegihanên ANF'ê ve hatin kişandin. Operasyonên şervanên QSD'ê yên li dijî çeteyên ku teslîmbûnê qebûl nakin, didomin.

Di nava çeteyên doh teslîmbûyî de yên ji Sûriyeyê gelekî kêm in.

Ji êvara 4'ê Adarê heta 10'ê Adarê nêzî 9 hezar kes ji aliyê şervanên QSD'ê ve ji herêma Baxozê hatin derxistin.