Nasnameya 8 şervanên sala 2014’an şehîd bûbûn hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 8 şervanên di sala 2014’an de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ya daxuyaniyek nivîskî da nasnameya 8 şervanên di Adara 2014’an de şehîd bûbûn, eşkere kir.

YPG’ê ev agahî da:

“Piştî têkoşîneke berxwedanê ya dom dirêj û şûnde, di rojên hebûna çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser xaka Roava û Bakurê Sûriyeyê bidawî dibe de, li gel coş û kêfxweşiya gelê me, em di pêvajoyeke  berxwedaneke topyekûn a li dijî êrîşên qirker û gefên li dijî azadiya gel re derbas dibin.

Ji roja yekem a şoreşa Rojava destpê kir û vir ve, li dijî polîtîkayên dijmin ên tinekirin û helandinê ya li ser gelê me di serî de zarokên gelê me yê Rojava û çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dane Rojava û têkoşîneke mezin a berxwedanê bi rê ve birine. Îro ev têkoşîna berxwedanê bi hemû heybetbûna xwe didome.

Îro têkoşîna me ji bo hemû gelên hejar bûye çavkaniya jiyanê, mîrasekî bê hempa ya di dîrokê de nehatî dîtin li pey xwe hiştiye. Ev yek bi pêşengtiya şehîdên me yên qehreman ên bi fededarî û lehengiyeke mezin a têkoşîna azadiyê kirin, pêk hatiye. Em nasnameya 8 şervanên xwe yên li cihên cuda yên berxwedana Rojava de şehîd bûne, ji raya giştî re parve dikin. Em sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin."

Li gorî daxuyaniya YPG'ê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Çekdar Agirî

Nav û Paşnav: Bîhruz Bîglerî

Navê Dayikê: Tawus

Navê Bav: Ebdulhemîd

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Cih û Demê Şehadetê: Cezaa / 27'ê Adara 2014'an

***

Nasnav: Miraz Ararat

Nav û Paşnav: Murat Karaytu

Navê Dayikê: Saide

Navê Bav: Heci

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Xenzîr - 18'ê Adara 2014'an

***

Nasnav: Nûhat Roj

Nav û Paşnav: Sadettin Tekin

Navê Dayikê: Taybet

Navê Bav: Emîn

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Cih û Demê Şehadetê: Cezaa / 27'ê Adara 2014'an

***

Nasnav: Qehreman Gever

Nav û Paşnav: Feyaz Vardar

Navê Dayikê: Hemin

Navê Bav: Îsmet

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Cih û Demê Şehadetê: Cezaa / 27'ê Adara 2014'an

***

Nasnav: Serdar Rojhilat

Nav û Paşnav: Îsmaîl Aşuk

Navê Dayikê: Gulê

Navê Bav: Baqî

Cihê Jidayikbûnê: Makû

Cih û Demê Şehadetê: Qamişlo / 1'ê Adara 2014'an

***

Nasnav: Tîrêj Amed

Nav û Paşnav: Mahsum Nergîz

Navê Dayikê: Dîlber

Navê Bav: Mihyedîn

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Cih û Demê Şehadetê: Qamişlo / 1'ê Adara 2014'an

***

Nasnav: Xalid Xabûr

Nav û Paşnav: Eyub Baqî

Navê Dayikê: Geşwer

Navê Bav: Salih

Cihê Jidayikbûnê: Ûrmiye

Cih û Demê Şehadetê: Tirbesipiyê / 12'ê Nîsana 2014'an

***

Nasnav: Zagros Şiyar

Nav û Paşnav: Necdet Şahîn

Navê Dayikê: Besê

Navê Bav: Cemîl

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Xenzîr - 18'ê Adara 2014'an