QSD: 4 jê serçete bi giştî 32 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li Baxozê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di nava 24 saetan de 4 jê serçete bi giştî 32 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 32 çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxane desteser kirine.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Şervanên me êrîşî kom û baregehên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Baxozê kir. Di navbera şervan û çeteyan de şer derket. Di encama wê de 4 serçete, 32 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me, şervanekî me yê ku beriya 2 rojan winda bûbû, dît. Şervanê me bi sivikî birîndar bû. Ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Şervanên me gelek çek û cebilxane jî girtin.

Şervanên me di çalakiya sûîqastê de 2 çete  kuştin. Her wiha balafirên koalîsyonê baregehên çeteyên DAÎŞ’ê topbaran kirin.

Di encama şer de şervanekî me bi sivikî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Encamên dawîn ên şer:

- 4 jê serçete bi giştî 32 çete hatin kuştin.

- Şervanên me 45 Kalaşnîkof, 2 BKC, 13 RBC, 3 çekên Birno, çekeke Zagros, 2 çekên Ozî, çekeke siuîqastê, guleyên çeka Doçka yên 14,5 mm (8 sendoq), 4 çekên B7, çekên nêçîrvaniyê desteser kirin.

- Wesayîteke leşkerî hate teqandin.

- Balafirên Koalîsyona Navdewletî 12 derbeyên hewayî pêk anîn.

- Şervanekî me jî birîndar bû.”