Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Baxozê şer giran e

Li Baxozê di operasyona QSD'ê de ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şerekî giran diqewime.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şer ji saet 06:15'an ve ji nû ve dest pê kiriye. Şerê ku hîn jî dewam dike bi giranî li bakurê Baxozê diqewime. Çavkaniyên QSD'ê ragihandin ku êrîşên çeteyan ên dijber hatine têkbirin.

Berdevkê QSD'ê Kino Gabriel diyar kir ku ew nikarin demeke diyarkirî ji bo bidawîbûna operasyonê eşkere bikin, lê wê demeke dirêj jî dewam neke.

Gabriel anî ziman, li gorî gotinên DAÎŞ'î û malbatên wan ên teslîm bûne, ew texmîn dikin ku hîn nêzî 5 hezar kes li nava Baxozê mane.

Gabriel roja Yekşemê daxuyaniyek dabû çapemeniyê û diyar kiribû ku ji meha Çileyê û vir ve 64 hezar kes ji Baxozê hatine derxistin ku 5 hezar ji wan çete ne û 25 hezar jî malbatên çeteyan e. Hate ragihandin 34 hezar ji yên hatin veguhastin jî sivîl in.